Di teqînên li Ezazê de 45 El-Nusrayî hatin kuştin 2017-01-07 15:43:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Di herdû teqînên ku li Ezazê de de pêk hatin, 45 endamên Cebhet El-Fetih (Cebehet El-Nusra) hatin kuştin. Bi dehan sivîl jî birîndar bûn. Li gorî nûçeyên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ji çavkaniyên ewle girt, di herdû teqînên ku saet di 11.45'an de li ber Babê rû dan herî kêm 45 endamên Cebhet El-Nusra hatin kuştin. Heman çavkaniyan destnîşan kirin di herdû teqînan de derdora 25 welatiyên sivîl birîndar bûne. Birîndar rakirin nexweşxaneya Ezazê û nexweşxaneyan banga xwînê kirin. Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku piştî teqînê di navbera koman de şer derket lê heta niha navê komên ku şer di navbera wan derketiye nehat zanîn.