Xizmên Windayan daxwaza xwe ya dadê dubare kirin 2017-01-07 15:51:00 AMED - Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 413’an de aqûbeta Mustafa Aydin ê ku di sala 1994’an de li Dêrîkê hat binçavkirin û hat windakirin pirsîn. Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya şaxa Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya “Winda bê dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 413’an de domandin. Çalakiya ku her hefte li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Parqa Koşuyolê ji ber astengiya rêveberiya awarte 20 hefteye li avahiya ÎHD’ê ya Amedê tê lidarxistin. Meclîsa Dayikên Aştiyê û şaxa MEYA-DER’ê ku bi KHK’ê hatî girtin jî piştgirî dan çalakiya xizmên windayan. Xizmên windayan di hefteya 413’an de pirsa Mustafa Aydin ku 4’ê Kanûna 1994’an li noqteya qontrolê ya Dêrîkê ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin û êdî tû agahî jê ne hat girtin kirin. Endamê Lijneya Windayan a ÎHD’ê Adnan Orhan di çalakiyê de axivî û got ku berpirsyarê qetilkirina windayan û kesên li heremê bîrên asîtê de hatî winda kirin dewlet e. Orhan balkişand li ser bi riya KHK’ê mohrkirina Komaleya Roboskî-Der’ê û wiha axivî: “Cihê ku kujerên komkujiya Roboskî bê aşkere kirin, komaleya ku malbatên Roboskî tekoşînê didin îro tê girtin û ev yek nayê qebûlkirin. Keda dewletê ne parastina kujeran e. Em li hember van kiryaran bêdeng namînin, li kujeran bigerin.” Piştre endamê Lijneya Windayan a ÎHD’ê Hasan Yalçin çîroka Mustafa Aydin xwand. Yalçin da zanîn ku piştî şer û pevçûnên di sala 1992’an de li gundê Dûmanli ya Dêrîkê Mustafa Aydin bu hedefa Musa Çîtîl û wiha pê de çû: “Mustafa her tim rastê gefên Musa Çîtîk dihat. Gelek caran rastî êrîşa Musa Çîtîk jî hatiye. Ji beriya winda bûna Mustafa 2 mehan, şevekê hat binçavkirin û piştre hat berdan. Demekê li Rihayê ajokariyê kir û roja vegeriyayî gund, ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin. Ji wê rojê şûnde agahî jê nehat girtin.” Yalçin diyar kir ku cenazeya Mustafa Aydin li ser riya Dêrîk û Şemrexê di wesayitek de hat dîtin û wiha berdewam kir: “Bavê Mustafa jî li ser buyerê giliyê Serdozgeriya Şemrexê kir. Vê carê bavê Mustafa rastê gefên Musa Çîtîl tê. Di sala 2012’an de ji aliyê Serdozgeriya Mêrdînê ve Mustafa Aydin jî navde qetilkirina 13 kesan de derbarê Musa Çîtîl de lêpirsîn hat vekirin. Doza ku Dadgeha Cezayên Giran a 2 emîn a Çorumê hatî dîtin Musa Çîtîl beraat kir.” Piştî çîrokê bi rûniştina 5 deqeyan çalakiya xizmên windayan dawî bû. ‘WINDA DIYARIN KUJER LI KUNE?’ ÎHD’a Îzmîrê jî çalakiya du hefte carekê ya ji bo windayan pêktînin vê hefteyê li ber Sumerparka Kevn pêk anîn. Di çalakiya endamên ÎDH’ê tevlî bûyîn de pankarta “winda diyarin kujer li ku ne?” hat vekirin. Li ser navê komê Rêveberê ÎHD’ê Ahmet Çîçek axivî. Çîçek, diyar kir ku di saetên destpêkê yên sala nû de li Reînayê li Stenbolê êrîşek çekdarî ya ku DAIŞ’ê girt ser xwe hat pêkanîn û wiha got: “Di êrîşê de 38 sivîlan û polîsekê jiyana xwe ji dest da. Beriya du rojan li ber Dadgeha Bayrakliyê êrîşek din pêk hat. Di êrîşê de polîsek û 4 welatiyan jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn. Em van êrîşan şermezar dikin. Em dizanin ku di demên wiha yên OHAL’ê de çareserî pêk nayên berevajî vê nexweşî derdixevin holê. Di demên demokrasî, mafê mirovan û hiqûq neyî de şîdest û bêdadî dikeve welat. Em di roja me ya îro de vê dibînin. Destpêkê divê îktîdara siyasî, çapemenî û hemû aliyên din dest ji zimanê cudakarî, wêdedanê berdin û em bangan bi berpirsyarî tevgerînê li her kesî dikin.” FETHÎ YILDIRIM LI KUYE? Çîçek, bi lêv kir ku demên wiha di salên 90’î de li rojhilat û başûrê herêmê hatine jiyîn û wiha axivî: “Di vê demê de gelek kes di bin çavan de hatin windakirin û gelek bêhiqûqî hatin jiyîn. Mînak di salên 92-94’an de di nava vê hefteyê de Abdullah Buluter, Sadik Ekîn,Ahmet Şayik, Mehmet Omeroglu, Ahmet Şen, Alî Muldur, Bedrî Berek, Benîşto Oner, Fethî Yildirim, Îlhan Bîlîr, Omer Sulmaz, Ramazan Bîlîr, Ramazan Ozalp û Sidika Dal 14 kes hatin windakirin.” Di çarçoveya çalakiyê de aqûbeta Fethî Yildirim ê di 4’ê Çileya 1994’an de li Wêranşarê hat binçavkirin û carek din agahî jê ne hat girtin hat pirsîn.