Îbadî: Ji bo leşkerên Tirk ji Beşîkayê ve kişin me li hev kir 2017-01-07 16:18:41 BEXDA - Televîzyona Dewletê ya Iraqê, ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Haydar El Haydar diyar kir ku wan di hevdîtina xwe ya bi Serokwezîr Bînalî Yildirim de ji bo leşkerên tirk ji Beşîkayê vekişînin li hev kirine. Televîzyona Dewletê ya Iraqê, diyar kir ku Serokwezîrê Iraqê Haydar el Îbadi ragihandin ku ew bi Tirkiyeyê re li ser vekişîna leşkerên Tirk ên li Beşîkayê li hevkirine. Televîzyona berfirehiya peymana di nava welatan de aşkera nekir. Hikûmeta Iraqê ev demek dirêj bû ku dixwest leşkerên tirki ji herêmê derbikevin. YILDIRIM PIŞTRAST KIR Serokwezîr Bînalî Yildirim ku çû Iraqê bi daxuyaniya daye Îbadi piştrast kir. Yildirim diyar kir ku daxuyaniyên Iraqê yên li dijî PKK’ê girîng û wn keyfxweş dike û wiha got: “Serweriya Iraqê ji bo me girînge, hemû hewldanên ku zirarê bidin serdestiya wan, em ê tevgerên wiha qebûl nekin û di nava wê de cih negirin. Yeketiya Iraqê ji bo me jî girînge em dixwazin ev bê zanîn.” ‘JI BO DAIŞ BÊ TUNEKIRIN EM HEVDÎTINAN PÊK TÎNIN’ Yildirim, derbarê hebûna leşkerên tirk ên li Beşîkayê de jî wiha axivî: “Me ev mijar axivî. Ev ne keyfiyeteke, ji pêwîstiyekê derketiye. Ji bo herêmê ji DAIŞ’ê paqij bikin. Ligorî vê em ê vê mijarê bi awayekî dostane bigihînin çareseriyê.”