Qeyûm tayînî Şaredariya Dêrgulê kir 2017-01-07 17:08:07 ŞIRNEX - Piştî Hevşaredarê Dêrgulê Mehmet Demîr hat girtin, niha jî bi biryara Walîtiya Şirnexê qeyûm tayînî Şaredariya Dêrgulê kirin. Bi erêkirina Wezareta Karên Hundir û biryara Walîtiya Şirnexê Alîkarê Walîyê Şirnex Tûran Bedîrhanoglû wekî qeyûm tayînî Şaredariya Dergûlê hat kirin. Hevşaredarê Dêrgulê Mehmet Demîr di 13'ê kanûna 2016'an de hatibû girtin.