Polîsan bi ser avahiya DBP'a Bismilê de girt 2017-01-07 19:29:39 AMED - Polîsan bi ser avahiya DBP'a Bismilê de girt û di serdegrtinê de rêveberê navçeyê Ahmet Guneş binçav kirin. Li Amedê, polîsan bi ser avahiya Partiya Herêmên Demokratî (DBP) a Bismilê de girt. Di serdegitinê de rêveberê navçeyê Ahmet Guneş hat binçavkirin. Li avahiyê alayên partiyê hatin qetandin û her wiha li ser dîwarên avahiyê jî nivîsa "T.C. li vir e" hat nivîsandin.