'Neronîkirina Qetlîama Parîsê rê li ber qetlîamên nû vekir' 2017-01-08 09:04:38 MÊRSÎN - Bavê Leyla Şaylemez (Ronahî) a di 9'ê Çile de li Parîsê hat qetikirin Cûmalî Şaylemez, diyar kir ku ji roja têkildarî qetlîamê lêpirsîn hatiye vekirin heta niha, tirsa wan ew e ku ser dosyeyê bê girtin. Şaylemez destnîşan kir ku îstîxbarata Fransayê belgeyên ji bo dosyeya lêpirsînê hatine şandin sansur dike û wiha got: "Neronîkirina qetlîamê rê li ber qetlîamên nû vekir." Li paytexta Fransayê Parîsê di 9'ê Çileya 2013'an tevî yek ji avakarên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara) û Fîdan Dogan (Rojbîn), Leyla Şaylemezê jî hatibû qetilkirin. Leyla Şaylemez a ji gundê Esenlerê yê Licêya Amedê ye, malbata wê di 1978'an de ji neçarî koçî Mêrsînê dike û ji 8 zarokên malbatê ya çaremîn jî ew e. Hîn Leylayê 9 salî ye, ji ber bavê wê li Almanyayê dixebitî, ew jî berê xwe didin Almanyayê. Şaylemez li Almanyayê li Enstîtuya Çandê ya Kurd dersên folklorê dibîne û li gel vê jî, die dibistanê. Şaylemez a hem bi almanî û hem jî bi îngilîzê perwerdehî dît, her du zimanan baş bi kar dianî. Şaylemez dema dibe 18 salî berê xwe dide Qadên Parastina Medyayê û tevlî PKK'ê dibe û piştî 2 salan, ji ber nexweşîna xwe ji neçarî dubare berê xwe dide Ewropayê. Şaylemez dema vedigere Ewropayê, têkilya xwe ji PKK'ê qut nake û li gelek bajarên Ewropayê xebatan dimeşîne. Herî dawî ji bo xebatê diçe Parîsê û li wir ji aliyê Omer Guney ê têkilya wî bi Teşkîlata Îstixbarata Milî re hebû, tevî Sakîne Cansiz û Fîdan Doganê tê qetilkirin. ‘MIN XWE GIHAND XAKA XWE YÎ HER BI HESRETA WÊ BÛM' Bavê Şaylemezê, Cûmalî Şaylemez diyar kir ku, hîn di temenekî biçûk de keça wî her di nav lêgerînan de bûye û got, ew lêgerîn berê Leylayê daye nav refên gerîlayan. Bav Şaylemez, dema behsa Leylayê dikir wiha got: "Leyla tim dipirsî, 'Çima em li vir in? Çima zimanekî nû, ji bo çi em hînî vî zimanî dibin?' Her diçû ev pirsên wê zêde dibûn. Ev lêgerîn wê ber bi çiyayên azad ve bir. Wê ber bi gerîlayên ji bo azadiyê şer dikin bir. Rojekê bi telefonê geriya û got, 'Min xwe gihand xaka xwe yî her bi hesreta wê bûm.' Lê piştî 2 salan, ji ber nexweşîna xwe ji neçarî ji Qadên Parastina Medyayî vegeriya. Qebîliyeta wê hebû. Hevalên wê ev ferq kiribû û ji bo wê qebîliyeta xwe bi kar bîne û tenduristiya wê baş bibe, biryara şandina wê yî Ewropayê dan. Piştî li Almanyayê li gelek qadên cuda xebat meşandin, herî dawî çûbû Parîsê. Piştî çû Parîsê bi 4 mehan qetlîam pêk hat." 'JI BO WÊ SAKÎNE CANSIZ ÎDOLEK BÛ' Bav Şaylemez axaftina xwe bi gotina, "Ji bo wê Sakîne Cansiz îdolek bû"domand wiha axivî: "Xebata bi wê re ji bo wê zaf watedar bû. Roja qetlîamê bi hev re bûn û dê biûnan Almanyayê. Lê belê qetlîam pêk hat û nehatin. Roja qetlîamê bi tesadufî ez li Mêrsînê bûm. Lê belê derengê şevê hayê me jê çêbû. Bêyî hayê min ji qetlîamê çêbibe, ji Mêrsînê çûm Almanyayê. Li Almanyayê dema çûm malê, rastî qelebalixiyekê hatim û ez fikirim, dibe tiştek bi dayika min a extiyar hatiye. Nedihat bîra min dê tiştek bê serê Leylayê. Bi qasî 10 deqîqeyan rûniştim. Dema fêm kirin hayê min jê tune ye, hevalekî ji min re got, Leyla û hevalên xwe hatine qetilkirin. Li ser vê demildest em derbasî Parîsê bûn. Ji xwe piştî vê hemû raya giştî dizane çi bû." HEKE NEHATANA QETILKIRIN DÊ BEŞDARÎ NEWROZA 2013'AN BIBÛNA Bav Şaylemez diyar kir ku, Leylayê girêdayî gelê xwe bû, her bi ehsreta xaka xwe dijiya û wiha domand: "Leylayê qet Amed û Licê nedît. Her tim bêriyek li dilê wê danî bû. Me bi hev re soz dabû, em ê biçin Newroza 2013'an a Amedê. Lê belê, beriya Newrozê ev qetlîam pêk hat. Xeyala wê ya herî mezin dîtina Amedê bû. Nedîtibû. Ne Amedê, ne jî Licê. Sedema nedîtina wê jî, em bêjin nezaniya dewletê, em bêjin nezaniya mirovan... Nizanim, lê em ji ber hisûmeteke xwînî derketibûn. Xwezî ev şer qetnebûnan û kurd wê demê bîrbir bûnan û neçar nemanan ku warê xwe biterikînin. Dema mirov warê xwe diterikîne û çend sala jê dûr dimîne hay ji wê nezaniyê çêdibe. Lê piştî şerê azadiyê gur bû, mirov ji hev hez kirin. Dîtin ku şerê di navbera wan de bê wate ye." ‘EM DIXWAZIN BÊRÎKIRINA LEYLA BI CIH BÎNIN' Bav Şaylemez ragihand ku, ji ber vê nezanbûyînê Amed her ji bo Leylayê wek bêrîkirinekê ma û wiha got: "Ev bêrîkirin li wê fikra yekîtiya kurdan têkoşîna wan peyda kir. Ev hinekî jî Leylayê ber bi lêgerînê ve bir. Dema ez behsa vana dikim jî fedî dikim. Ji ber tiştekî ewqas bêwate, me zarokên xwe bi hesreta warên wan hişt. Ji ber wan pêkanînan me cenazeyê wê jî nebir gund. Em neçar man li Mêrsînê defin bikin. Lê herî kêm me dikaribû bêrîkirina wê bi vî awayî bi cih bîne. Lê belê, heke niha nebe jî dema nêvengeke aştiyane xwe da der, em dixwazin cenazeyê Leylayê ji Mêrsînê bibin Amedê." 'DIVÊ FRANSA JI KURDAN LÊBORÎNÊ BIXWAZE' Bav Şaylemez, têkildarî mirina kiryarê qetlîamê Omer Guney de wiha got: "Em û dadwerên lêpirsînê du caran hatin gel hev. Ewil di Hezîrana 2013'an de, paşê jî di Gulana 2015'an de em hatin gel hev. Di hevdîtina me ya ewil de dadweran got, em li ser pevçûneke rêxistinê ya navxweyî radiwestin. Lê belê, di hevdîtina duyem de jî gotin, wan jî fêm kiriye ku ev ne meseleyeke navxweyî ye. Û dadweran got ew di wê qinyatê de ne ku, komkujî ji aliyê hêzeke dijberî krudan pêk hatiye. Di xala dawîn de, rayedarên Fransayê jî dîtin ku ev qetlîam ne ji ber pevçûneke navxweyî ye. Lê belê, hemû gelê kurd di bin zanê de hiştin. Ji ber vê divê lêborînê bixwazin. Ji destpêkê ve tirsa min ew bû ku, berî doz dest pê bike dawiyê lê bînin. Diyarde û faktorên xwe didin der me ber bi wê xalê ve dibin. Ji destpêkê ve tirsa ku dê ser wê bigirin li me peyda bûbû. Me anî ziman ku, Omer Guney tekane kiryar e û li girtîgehê ye. Me bi dehan caran ragihand ku nexweş e. Lê belê dadweran got, ew dixebitin 14 dosyeyên cuda li ber wan hene. Her çi qas me got, dixwazin Omer Guney ji holê rabikin, ser dosyayê bigirin, lê tenê gotin dê tu tişt jî nebe." ‘NÊVIYÊ BELGEYAN HATIBÛN REŞKIRIN' Şaylemez got, dema wan gotiye dosye hene, lê li holê tu encam tune ne ji wan re wiha hatiye diyarkirin: "Hemû rê li Enqereyê derdikevin." Şaylemez wiha domand: "Gotin, li Enqereyê çûye avahiya MÎT'ê lê li ber deriyê wê sekiniye. Lê belê, ev bûyer roj nîvro li nav Parîsê pêk tê. Ne mumkun e ku hayê îstîxbarata Fransayê jê tune be. Me pirsî, têkiliya Guney bi kê re heye, çawa hatiye. Dadweran ragihand ku, îstîxbarata Fransayê 22 rûpel belge ji wan re şandiye. Ragihandin ku, wan ji Enqereyê jî agahî xwestine. Lê belê, ragihandin ku belgeyên îstîxbarata Fransayê şandine nêviyê wan hatine reşkirin. Ji bo çi ew qismên reşkirî hatin reşkirin? Em difikirin ku, navê kesên dê doz bi wan bê çareserkirin cih digirin. Agahiyên ji Tirkiyeyê hatin xwestin, der barê wan de Tirkiye bersiv neda. Tirkiye ji bo belgeyên tên xwestin, belgeyên li Fransayê hatine berhevkirin xwest. Têkiliya Tirkiyeyê bi vê qetlîamê re heye û ji xwe Serokomar Erdogan jî di axaftina xwe yî mîtîngekê de îtiraf kir û îdia kir ku, FETO'yiyên di nav MÎT'ê de ev kirine. Nexwe têkiliya wê bi MÎT'ê re heye. Madem tiliya wê di nav vê qetlîamê de heye û hûn li xwe mikur tên û hûn dibêjin tiliya FETO'yê tê de heye, wê demê bersiva dadgehê bidin." ‘HEKE QETLÎAM BIHATANA RONÎKIRIN DÊ QETLÎAMÊN NÛ PÊK NETANAN' Bav Şaylemez dest nîşan kir ku, neronîkirina qetilkirina jinên kurd li Fransayê rê li ber komkujiyên din vekiriye û wiha domand: "Lê belê, em dibînin ku asta pêkanînan xwe gihandiye biûteke din. Li ber çavê kurdan îstîxbarata Fransayê jî hevparê vê qetlîamê ye. Li îstîxbarata Fransayê têkildarî vê qetlîamê hemû agahî hene, divê ev bên daxuyandin. Heke îstîxbarata Fransayê wê rojê ew agahî parvekirinan, ev qetlîam bihatana ronîkirin, dê îro li Parîsê, li Fransayê qetlîamên DAIŞ'ê bihatanan astengkirin. Neronîkirina vê qetlîamê, rê li ber qetlîamên din vekir." Ahmet Kanbal - dîhaber