Maratona Qanûna Bingehîn dest pê dike: AK Partî û MHP bi fikar in 2017-01-08 16:03:01 ENQERE - Li ser pêşnûmeya guhertina Qanûna Bingehîn a ku modela rêveberiya Tirkiyeyê diguherîne dê sibehê li Meclîsê bê nîqaşkirin. Nîqaşên ku li ser esasê di AK Partiyê de fikara ku fîre bidin heye di MHP'ê de jî bi fireyê re derza her diçe mezin dibe heye. HDP û CHP jî dê muxalefetê bikin qedera Tirkiyeyê diyar bike. Nîqaşên li ser pêşnûmeya guhertina Qanûna Bingehîn a ji 18 madeyan pêk tê û AK Partî û MHP'ê li hev kirine dê sibehê dest pê bike. Piştî nîqaşên ku 10 rojan di Komîsyona Qanûna Bingehîn de berdewam kir li bendê ye ku herî zêde 15 rojan li Civata Giştî ya Meclîsê bidome. Ji ber ku guhertina Qanûna Bingehîn e dê bi 2 turan bê kirin. Di dengdayîna yekemîn de madeyên pêşnûmeyê di dengdayîna duyemîn de jî li ser hemû pêşnûmeyê dengdayîn pêk bê. NÎQAŞ DÊ ÇAWA BÊ KIRIN? Di tura yekemîn de li ser hemû pêşnûmeyê û madeyan li ser navê 4 partiyan û hikûmetê axaftin bên kirin û ger ku pêşniyarên guhertinê hebin dê bên destgirtin. Di tura duyemîn de li ser pêşnûmeyê û madeyan nîqaş nayên kirin tenê pêşniyarên guhertinê yên bên kirin dê bên nîqaşkirin. Di tura yekemîn de ger pêşniyar tunebin di tura duyemîn de pêşniyar nikare bê dayîn. SÎNORÊ REFERANDÛMÊ 330 E Ji bo ku guhertin bê qebûlkirin ji pencî sê ya endamên meclîsê deng bidin ango herî kêm divê 330 parlamenter dengên "erê" bidin. di tura duyemîn de madeyên ku di bin 330'an de bimîne dê bikeve. Di dengdana tevahî de dema ku dengên qebûlkirinê di bin 330'an de bimîne dê pêşnûme bi temamî bikeve. Deng ger di navbera 330-367'an de be ev tê wateya ku dê bibin referandûmê. Ger ku hejmara referandûmê pêk neyê wê dekê dê pêşnûme bikeve û heta ku salek derbas nebe jî di nava serdema qanûnê çêkirinê de ji nû ve nikare bê dayîn.în. GER 330 BE DI NAVA 60 ROJAN DE REFERANDÛM Ger ku ji bo guhertina Qanûna Bingehîn 330 deng bê dayîn û serokomar edê bike û di Rojnameya Fermî de bê weşandin piştî 60 rojan dikare referandûm pêk bê. Di vî rewşê de li bendê ye ku referandûm di meha nîsanê de bê kirin. DI PARTIYAN DE REWŞ ÇI YE? AK Partiyê guhertina Qanûna Bîngehîn bi 316 denfan ve pêşkêşî Meclîsê kir û bi MHP a ku 39 parlamenterên wî hene ve li hev kirin ev hejmar ji bo referandûmê bes e lê ligel vê yekê jî fikara fîreyê heye. Bi taybetî jî piştî ku 8 navên MHP'ê aşkera kirin dê dengên "na" bi kar bînin û Alîkarê Serokê Giştî yê MHP'ê Atîlla Kaya ji peywira xwe îstifa kir tê gotin ku gelek navên ku di riya Atîlla Kaya de hene. Bandora Kaya ya li ser MHP'iyan tê zanîn ji ber vê yekê jî Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî di civîna komê ya hefteya borî de gotina "dengekî min ê erê heye ez ê wî jî di referandûmê de bi kar bînim" bi kar anî bi vî rengî gotinên ku partiya xwe girêdide anîbû ser ziman, ev yek jî wekî acizbûna di hundirê MHP'ê de hatibû nirxandin. REWŞA AK PARTIYÊ WEKÎ DIXUYE NÎNE Di AK Partiya ku fikarên fîredayînê zêde heye û parlamenter hatine dorpêçkirin de jî rewş wekî qutiyekî girtî ye. Gotina Cemîl Çîçek a ku yek ji navên bi bandor ên AK Partiyê ye ya "yek zilam" acizbûna li hundirê AK Partiyê nîşan dabû. Her çiqaş bi awayekî aşkera ev yekê neynin ziman jî acizbûna di hundirê AK Partiyê de heye hemû kes mereq dikin. Daxuyaniyên ku di demên dawî de tên dayîn ên "Di me de fîre nabe" jî wekî ku ev fikar zêdeye tê nirxandin. Dîsa ger ku 330 deng deyê bidestxistin pêşhilbijartinên ku bên rojevê jî ji bo ku pêşiya kesên bibêjin "na" yên di nava AK Partiyê de bigirin gelek caran tê ziman. Di AK Partiyê de di van rojan de bi serokatiya Bînalî Yildirim civînên ku pêk tên jî veguherin civînên qanîkirinê û ev yek jî nîşan didin di AK Partiyê de rewş wekî dixuye nîne. HDP Û CHP DÊ MUXAEFETA AKTÎF BIKIN HDP jî ji roja ewil heta niha li dijî pêşnûmeyê derdikeve û dê helwesta xwe jî bi civînên îro û sibehê diyar bike. Di nîqaşan de HDP li dijî pêşnûmeyê jibilî aliyê siyasî ji aliyê hiqûqî jî îtirazên xwe bîne ziman. Girtîbûna Hevserokên Giştî yên HDP'ê û parlamenteran jî dê wekî di dema nîqaşên butçeyê de vê carê jî ji aliyê parlamenteran ve li kursiyê gelek caran bê ziman û bibe roje. Dê bê gotin ku ji ber girtîbûna parlamenteran guhertina Qanûna Bingehîn nikare bê kirin. CHP jî di dawiya hefteyê de piştî ku civîna Meclîsa Partiyê pêk anî îro jî bi koma xwe ya Meclîsê ve civîn li dar xist. Di civînan de dê çi bêkirin tê nîqaşkirin. FIKARA MUXALEFETÊ DENDAYÎNA VEŞARÎ YE Yek ji mijara ku CHP û HDP girîngiyê didin jî dengdayîna veşarî ya di turan de dê bê kirin e. AK Partî ji bo ku fîreyan nede dengdayîna veşarî hewl dide ku bike dengdayîna vekirî. Ji ber vê yekê jî muxalefet bi fikar e. Di dema dengdayînê de parlamenter pulên ku li ser "erê" "na" û "bêlayen" ên ku tên dayîn dikin zerfê û yên din di qabînê de dihêlin. Lê di dema rakirina destnedayînan de Koma AK Partiyê li şûna ku pulan li qabînê bihêle girtibûn cem xwe û heta bi pulan ve wêne kişandibûn. Ger AK Partî vê carê jî ji bo pêşiya fîreyan bigire vî yekê pêk bîne dê dengdayîn jî gumanbar be. Lê tê gotin ku parlamenterên AK Partiyê yên ku naxwazin piştgiriyê bidin pêşnûmeyê rêbazekî ku zerfên vala bavêjin sandoqê dikarin bi kar bînin, di qûlîsan de ev yek jî tê axaftin.