'Divê kurd yekîtiya xwe pêş bixin' 2017-01-09 08:05:51 ENEQERE - Endamê KNK'ê nivîskar Selahattîn Soro diyar kir ku Tirkiye di hedefa xwe ya 2023'yan de dixwaze hevkêşeya "Rojhilata Navîn a bê kurd" ava bike û hikûmet bi polîtîkayên xwe yên di demên dawî de pêş xistiye ve ji bo têkoşîna gelê kurd tune bike amadekariya "lêdana zêr" dike ji ber vê yekê jî bêyî dem bê windakirin Yekîtiya Neteyewa Kur ava bikin. Endamê Kongreya Neteweya Kurd (KNK) û nivîskarê rojnameya Ozgur Gundemê ya hat girtin Selahattîn Soro têkîldarî polîtîkayên Tirkiyeyê yên Rojhilata Navîn û nêzîkatiya li hemberî kurdan pirsên dîhaberê bersivand. 'ARMANCA OPERASYONA BABÊ BÊSTATU HIŞTINA KURDAN E' * Tirkiye di çarçoveya operasyona Mertalê Firatê de heta Babê çû lê bi hefteyan e pêşketinek bi dest nexistiye. Tirkiyeyê çima ev operasyon da destpêkirin. Tirkiye çima li wir e? Ketina Tirkiyeyê ya Babê têkîldarî polîtîkaya wî ya Rojhilata Navîn e. Li Musil û Başîkayî hebûna wî bi gotina wan ve wekî dema osmaniyan ji Helebê heta Reqayê belavbûne cografyayekî berfireh e, hedefekî pêşixistina osmaniyên nû heye. Sedema daxwaza hebûna li Helebê yan jî hebûna li Cerablus, Ezaz û El-Babê di çarçoveya hedefên xwe yên 2023'yan de "Di sedsala 21'emîn de kurdan bêstatu hiştin e". Ji ber vê yekê balafira Rûsyayê hat xistin ji bo ku li dijî kurdan şer bike alîkarî da gelek mîlîtanan û piştgiriya leşkerî da. Sedema vê yekê bêstatu hiştina kurdan û têkçûna kurdan a li Rojava ye. 'AŞTIYA HELEBÊ PÊK NEHAT, EL-NUSRA Û AAS FIROTIN' * Gelo daxwaza Tirkiyeyê pêk tê? Teqez na. Piştî xistina balafira Rûsyayê bi mudaxaleya Rûsyayê ya herêmê ve Tirkiyeyê nekarî polîtîkaya ku dixwaze pêk bîne. Bi vî rengî hem ji hewayî hem jî ji bejahiyê dur hat hiştin. Piştre siyaseta AKP û Erdogan wekî di her qadê de di siyaseta Sûriyeyê de guhertinek çêkirin û tawîz dan. Yek ji tawîzên herî girîng jî li Helebê serdestiya Rûsya, Îran û rejîmê qebûlkirin. Ji bo vê jî dibêjin aştiya Helebê lê di esasê xwe de Aştiya Helebê tuneye. Li vir têkçûn heye. Li Helebê El-Nusra û Artêşa Azad a Sûriyeyê teslimî Rûsya, Hîzbûllah û Îranê hatin kirin an jî hatin firotin. Dîsa hemû şertên ku Rûsyayê di maseyê de daniye qebûlkirin û piştre jî ji hin valatiyên polîtîkayên Amerîkayê hevsengiya ku derketiye sûd girtin û ketin xeta Ezaz, Cerablus û El-Babê. Artêşa tirk a ku balkêş e Cerablus û Ezaz di rojeke de girt zêdetirî 2 meh in nikariye xwe bigihîne navenda Babê. Li dorê ye û şer jî li wir didome. 'DI HEDEFA 2023'YAN DE LOZENEKÎ NÛ LI SER KURDAN FERZ DIKIN' * Têkîliya dîroka Cerablus, Ezaz û Babê ya bi Tirkiyeyê re çi ye? Di warî dîrokî de eleqek bi van herêman re heye gelo? Tirkiye di 1923'yan de ji bakurê Helebê heta Musil û Kerkûkê çûbû û li vir Mîsak-i Millî pêk anîbû. Di bazarên ku hatin kirin de wiha hat gotin; Bi şertekî dikarin ji Mîsak-i Millî vegerin. Hûn ê bi Peymana Qehîreyê ya 1926'an ve li hemberî polîtîkayên ku em li ser kurdan pêk bînin bêdeng bimînin. Em ê jî ji sînorê Mîsak -i Millî ya ji Musil, Kerkû û Helebê digire nava xwe vegerin. Piştî ku bi taybetî îngilizan ev daxwaz qebûl kirin Tirkiyeyê li hundir ji 1923'yan heta 38'an berê xwe da kurdan. Niha Tayyîp Erdogan jî di hedefa xwe ya 2023'yan de ji bo ku xwe bigihîne vê yekê ji bakurê Helebê û dora Musilê dixwaze bandora xwe pêk bîne û ciheke jeo-stratejîk bi dest bixe. Dema ku ev kir di bazara xwe ya bi Rûsya û Amerîkayê ve dê bibê je ez ê bakûrê Helebê bidim we, şertek ev e. Beralîkirina kurdna, heta Musil û Başîkayê leşker bi cih kirin, xespkirina qadê ji başûrê Kurdistanê vekirina baregehêr leşkerî, di bazara ku bi Amerîkayê re li ser Musilê bê kirin de wekî 1923'yan bibêje va ye em Musilê dihêlin beramberî vê em dixwazin hûn li hemberî çewisandina isyanekî kurdan bêdeng bin. Li ser vî hinekî li hev kirine. Ger ev pêk bê dê bigihijîn hedefa xwe ya 2023'yan. Di salvegera Lozanê de Lozenekî nû li ser kurdan ferzkirin û statukoyekî nû înşakirin e. Bi vî rengî tê xwestin ku hem kurd hem jî Kurdistan bêstatu bihêlin. Ji ber ku em dizanin ku di salvegera sedemîn a peymanan de peyman bi dawî dibin û di salvegera sedemîn a Lozanê de divê ji nû ve bê sazkirin. 'KURD WEKÎ KURDÊN 1923'YAN NÎNE' * Gelo ev polîtîka dikare çiqas bi ser keve? Ji ber ku di heman demê de bihêzbûna kurdan jî heye. Bêguman em di 1923'yan de najîn. Kurd wekî 1923'yan heta wekî kurdên salên 90'an jî nînin. Ji niha ji cografyaya Rojhilata Navîn ji Deryaya Reş bigirin heta Derya Spî, Zagrosên Îranê qadekî berfireh de cih bûne. PKD, YNK, PKK, YPG, PYD heta Şengalê hêza çekdar a kurdan heye. Kurdan îradaye xwe bi têkoşînê derxistin holê. Bi taybetî bi Tevgera Azadiyê re pêngava gerîla ya ku dest pê kiriye îro li Rojava bi YPG, YPJ'ê re li xeta Qendîl û Kerkûkê berxwedanekî mezin derxist holê. Ango xilaskirina hewldana netewe-dewletê bêhude ye. Ev dê nebe. Li dijî rastiyan li ber xwedan ji kendalê ketin li ber çavan girtine. ‘NETEW DEWLET HEM JI BO DYA Û HEM JÎ JI BO RUSYA BARGIRANÎ YE' * Li gorî we hêzên mezin ên diyarker DYA û Rusya ji bo Rojhilata Navîn pêşerojek çawa dixwazin Rûsya jî û DYA jî naxwaze welatên Rojhilata Navîn statukoya berê biparêzin. Rusya welatekî federatif e. DYA ji welatên yekbûyî pêk tê. Ji ber vê yekê Îngiltere û Fransa jî dê wekî salên 1920’an li Rojhilata Navîn tev negerin. Niha Netew Dewlet hem ji bo Rûsyaû hem jî ji bo DYA Barekî giran e. Lê têkiliyên Tirkiye yên bi Rûsya re divê mirov kûr lêkolîn bike. Dema ku em li sehê Rûsya temaşe bikin em dibînin ku balafira wê hat xistin. Pîlotê wan hat kuştin. Sefîr Brêz Karlov ji aliyê polîsê dewletê ve hat kuştin. Dema em li vî wêneyî binerim em dibînin ku Putin û Rusya li Rojhilata Navîn Erdogan kir navenda siyaseta xwe. Ev evînek rastîn e? Ev dê di mehê pêş de bêtir zelal bibe. Tirkiye hem siyaseta Tûranî û hem jî siyaseta Îslamî dixe navenda xwe. Îslama Siyasî û Turanî dixwaze feraseta xwe li Kafkasya û Asya navîn bide jiyandin. Ev der axa Rûsya ye. Dema em li Rastiya Helebê dinerin, Rûsya ji bo Helebê biparêze hemû hêza xwe xist meriyetê. Erdogan jî ji bo Esed hilweşîne hemû hêza xwe xist meriyetê. Niha li vir aştî û agirbestek tê gotin. Lê divê mirov hesabê pişt berdê jî bibîne. 'TIRKIYE YEKÎTÎYA KURDAN NAXWAZE' * Dema em li geşedanan dinerin Tirkiye li dijî yekîtî û statuya kurdan bertek nîşan dide. Li gorî we divê Kurd li hemberî vê yekê polîtîkayek çawa bimeşînin? Sedsala 21’an sedsala Kurdane. Li Kobanê, Şengal û Kerkukê serkeftiyên kurdan li dijî DAIŞ’ê bi dest xistin dê di dîrokê de wekî serkeftina li dijî zaliman bê nivîsîn. Bi Roja piştevaniya bi Kobanê ya Cîhanî ev rewş bû navneteweyî. Lê em dizanin ku desleta tirk ji bo destkeftiyên kurdan tune bikin polîtîka dane meşandin û gelek caran ev bi serxistiye. Di rewşa heyî de jî li ser siyaseta Başûr û Rojava yeketiya ku dixwaze bê avakirin Tirkiye ji bo yeketiyê xira bike, kurdan parçe bike û dixwaze nakokiyan di nava kurdan de kur bike û şerê navxweyî derxîne. Aramanc dikin ku li şûna kurd têkiliyên xwe bi hêzên navneteweyî re xurt bikin, herê hev bikin û hev tune bikin. Dixwazin ji pirsgirêkên di nava kurdan de sûd bigirin û şer derxînin. Di vê mijarê de divê serokê PDK’ê bi hesas tevbigere. Em bazara li ser Şengalê didin meşandin dibînin. Polîtîkayên dewleta tirk ên di mijara bi cihbûna gerîlayan li Başûrê Kurdistanê diyare. *Di demên dawî de Yeketiya Neteweyî ya Kurdan a ji bo gelê kurd gelek girînge hat rojevê, ji ber vê ji bo kongreya neteweyî bê pêkanîn li ser hemû nûnerên kurdan zextek heye. Di vê mijarê de li gorî we divê kurd biryarek çawa bidin? Li beramberî destkeftiyen bi pêşengiya YPG/YPJ ên li Rojava hatin bidestxistin reseniya polîtîkayên ENKS’ê ji aliyê AKP’ê ve hat avakirin. Dîsan êrîşên El Nusra û DAIŞ’ê yên li ser van herêman hemû îmkanên Tirkiyeyê hatin bikaranîn. Ji ber vê yekê di vê sedsalê de divê fersedên derdikevin pêşiya kurdan bi kongreya neteweyî bê tacîdarkirin û yeketî bê avakirin. Li vir jî berpirsyariya bingehîn dikeve ser milê serokên tevgerên siyasî yên kurdan. Pirsgirêkên serokê YNK’ê birêz Talabanî hene, Serokê PKK’ê birêz Ocaalan jî dibin tecrîdê de ye. Ji ber vê li vir berpirsyariya herî girîng dikeve ser milê Barzanî. Barzanî ji aliyê Talabanî û Ocalan ve hatibû peywirdarkirin. Niha yê ku rola xwe bilîze birêz Mesut Barzanî ye. Çi dibe bila bibe divê kurd di sala 2017’an de divê li paytexta Kurdistanê Hewlêrê Kongreya Neteweyî pêk bînin. Ev dê bibe gavek dîrokî ji bo kurdan. Ger wisa nekin çawa di sedsala 20’an de winda kirin dê di sedsala 21’an de jî wiha winda bikin. Di navenda ziyaretên Tirkiyeyê yên li Iraq û Başûrê Kurdistanê de îmhakirina kurdan a li Qendîl, herêma Behdînan, Rojava, Cizîrê, Kobanê û Efrînê ye. Di rewşa heyî de Tirkiye xwe amade dike ku hemleyek mezin li PKK’ê bixe. Ji ber vê hefte û mehên li pêşiya me ji bo kurdan dîrokî ne. Ji ber vê divê di hemû eniyan de yeketiya neteweyî bê avakirin. Selamî Aslan - dîhaber