Felaketa lehiyê hişt ku karker bê kon bimînin 2017-01-09 09:09:19 MÊRSÎN - Karkerên ku ji ber felaketa lehiyê bi zeviyan re mexdûr bûn, piştî konên wan li ber lehiyê çûn di qatên jêr ên xaniyan û garajan de têkoşîna jiyanê didin. Rayedar bêndengiya xwe ya ji bo felaketa li herêmê hat jiyîn diparêzin. Li Mêrsînê di 2’ê Kanûnê de ji ber barana zêde zeviyên çandiniyê di bin felateka lehiyê de man û bi vê re jî cihên jiyanê yên karkerên demsaliyê jî dibin lehiyê de man. Piştî felaketa lehiyê beşek ji karkerên demsalê yên li navçeyên Tarsus û Akdenîzê dimînin li avahiya şaredariyê ya berê ya li taxa Huzurkentê hatin bicih kirin. Bi hezaran karker jî konên xwe li cihên cuda û li xaniyên jêr ên avahî û bodruman de danîn. Serokê Komeleya Karkerên Çandiniyê yê Tarsusê Nusret Veyselkaranî, diyar kir ku beşek mezin a karkerên çandiniyê ji koçberên Sûriyeyê pêk tê. Veyselkaranî, anî zinan ku Sûriyelî wekî hêza karê erzan tên dîtin û wiha got: “Beşek mezin a karkerên çandiniyê yên li herêma Çukurovayê ji vir koçber bûne û carekdin na hizirin ku bizivirin. Bi salane daxwaza karkerên çandiniyê yên li herêmê dixebitin bicih ne anîne. Karker di salên dawiyê de di bin banê komeleyê de hatin cem hev, hevdîtinên derbarê bicihbûna bitendirûs pêk anîn. Lê destpêkê ji Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê bigire heta gelek sazî û rayedaran sozê ku dane bi cih ne anîn.” 'NÊZÎ 10 HEZAR KARKER MEXDÛR BÛN’ Welatiyê bi navê Bîlal Tekerlek ê ku zeviyên wî ji ber lehiyê zirar dîtin da zanîn ku nêzî 10 hezar karker mexdûr bûne, naçin kar û wiha pêde çû: “Her sal sozên dê konan rakin û bajarê konteynir ji bo karkeran bê avakirin hat dayîn lê tu caran bicih ne anîn.” Karkerê bi navê Îbrahîm Halef ê ku li gundê Ozel bahşîs ê Tarsûsê karkertiyê dike da xuyakirin ku ji Sûriyeyê koçber bûne, ev 4 sale karkertiya çandiniyê dike û wiha domand: “Ji ber lehiyê em mecbûr man ku konên xwe vale bikin. Me kon li garaja malekê ya gund vekiriye û hewld didin jiyana xwe bidomînin. Dema destpêkê em hatin gelek karker hebûn hemû di bin konan de diman. Em bi buhayekî erzan tên xebitandin. Ji ber barîna baranê em nikarin di konan de bimînin û em dixwazin cihên me bên sererastkirin.” Karkerê bi navê Îsmaîl Halef ê Sûriyeyî ye ku ji ber barîna baranê li garaja malekê konên xwe vedane û têkoşîna jiyanê didin. Halef destnîşan kir ku ew li benda alîkariyê ne û ji ber lehiyê nikarin biçin kar. KARKERÊN ÇANDINIYÊ DI REWŞEK ZEHMET DE NE Karkerê bi navê Cesîm Hasan ê ko kona xwe li kolanek bilindtir veda da xuyakirin ku wî kona xwe bi zorê ji lehiyê rizgar kiriye lê ji ber barîna baranê ya didome ew dibin tahlukeyê de ne. Karkerê ku kona wî li ber lehiyê çû Muhammet Çetîn jî wiha axivî: “Di qata jêr a avahiyê de ku em mecbur man lê bicih bibin ez 250 TL kîrayê didim. Şert û mercên jiyanê zehmetin û em nizanin em ê çi bikin.”