Min bi astengiyên jiyanê şer re kir dê bi KHK'ê re jî şer bikim 2017-01-09 09:18:11 ENQERE - Mîthat Tokur ê heta niha bi gelek astengiyên jiyanê re şer kir û bi KHK'ê ji karê xwe hat îxrackirin, diyar kir ku wî bi astengiya korbûnê re şer kir, dê bi astengiya KHK'ê re jî şer bike. Toker, anî ziman ku astengî ne di bedenê de di mejî de ye. Serokê Şaxa Komeleya Astengdaran a Tirkiye (TSD) ê 55 salî Mîthat Tokur ku kor e û ji piyekî xwe ve astengdar e bi 3'emîn biryara KHK'ê ji kar hat dûrxistin. Tokur, bertek nîşanî dûrxistina kar da û wiha got: "Min di jiyana xwe de li dijî hemû astengiyên jiyanê şer kir. Ez bi du darên bin çengan li ser piyan dimînim û têkoşîna jiyanê didim. Ez li dijî astengiyên ku di jiyanê de derdikevim pêşberî min şer dikim. Jiyana min bi têkoşîna astengiyên jiyanê re derbas bû. Ger ku min astengiyên jiyanê nas nekir ez dê astengiyên KHK'ê jî nas nekim." Tokur ê di 6 sali de felç bû û ji piyekî xwe seqet bû, di 30 saliya xwe de qeza derbas kir û piyê wî yê din jî şikest. Tokur, destnîşan kir ku wî darbeya serdema 12'ê Îlonê jî dîtiye û jiya ye û wiha got: "Ez wê demê jî rastî zilma faşîst hatim. Em heta êvarî dixebitin. Roja înê ez ji kar derketim, roja şemiyê fêr bûm ku ji kar hatime îxrackirin. Em bêyî lêpirsîn û pirsîn ji sar hatin dûrxistin. 36 salin karmendim. Lê heta niha carekê jî rastî lêpirsîn û cezayekî nehatime." Tokur, destnîşan kir ku li Tirkiye ji ber hiqûq tune û mirov bêdeng in ev pêkanîn û zext tên jiyîn û wiha got: Ger çavê min yê kor ên pêş xwe nabîne pêşeroje dibîne û piyê min yê seqet dikarin bimeşin ez dikarim têbikoşim. Ger ku çavên dibînin pêş xwe nabînim wê demê astengî ne di bedenê de di aqil de ye." Tokur, herî dawî destnîşan kir ku wan tu carî serî nedanî û dê dîsa serî daninin û têboşina xwe berdewam bikin.