Qeyûm tayînî Şaredariya Wêranşar û Hewagê kir 2017-01-09 12:52:36 RIHA - Qeyûm tayînî şaredariyên Wêranşar û Hewagê yên DBP'î hatin kirin. Hevşaredarên Wêranşar û Hewagê yên 23 rojan di bin çavan de man û di 5'ê Çilê de hatin girtin, qeyûm tayînî Şaredariyên Wêranşar û Hewagê hatin kirin. Piştî hevşaredarê Wêranşarê Emrullah Cin hat girtin, li şûna wî Qeymeqamê Wêranşarê Omer Cimşit qeyûm hat tayînkirin. Piştî Hevşaredarên Hewagê Zeynel Taş û Fatma Dogan jî hatin girtin Qeymeqamê Hewagê Zekeriya Goker qeyûm hat dayînkirin. Qeyûm di bin dorpêça polîsan de bi maşineyên zirxî çûn şaredariyê.