Polîsan li pêş meclîsê bi gazê mudaxale kir 2017-01-09 13:42:57 ENQERE - Koma li dijî daxwaza guhertina Qanûna Bingehîn a li Meclîsê dest bi niqaşê kir li ber Deriyê Dikmen ê meclîsê kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin. Polîsan li ber deriyê meclîsê bi bombeyên gazê mudaxaleyî komê kir. Koma ku ji parlamenterên CHP, saziyên sivîl ên civakî û parêzerên Baroya Enqereyê pêk tê, li dijî daxwaza guhertina Qanûna Bingehîn a li Meclîsê dest bi niqaşê kir, li ber Deriyê Dikmen ê meclîsê kom bûn. Koma ku xwestin daxuyaniyê bidin rastî êrişa polîsan a bi gazê hatin. Komê di çalakiyê de siloganên "Ji Pergala Serokdewletiyê re na" berz kirin. Dema komê dest bi siloganan kir polîsan bi bombeyen gazê êrîş pêk anîn. Parlamenterê CHP'ê Aykut Erdogdu, li ber meclîsê daxuyanî da û wiha got: "Niha Meclîs di bin dorpêçê de ye. TBMM ji aliyê polîsê me ve hatiye dorpêçkirin. Mixabin ferma daye van polîsên ciwan. Em destûr nadin Komar bê hilweşandin. Em vî welatî teslîmî van xayinan nakin. Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu bertek nîşanî êrîşan da û wiha got: "Li vir di destê tu kesan de çek tune. Tu kes ne bombeya zindî ye. Hemû kes nûner û rêveberên saziyan û baroyan in. Ger ku îro ev li vir fikrên xwe nebêjin dê kî fikrên xwe bêjin. Di vê rewşê de Qanûna Bingehîn nayê sazkirin û rastkirin."