31 DBP'î piştî 18 rojan sewqî dozgeriyê kirin 2016-11-18 14:49:22 MÊRDÎN- 31 rêveber û endamên DBP'ê yên ku 18 roj berê hatibûn binçavkirin sevkî dozgeriyê hatin kirin. Li navçeyên Dêrîk, Nisêbîn, Kerboran, Stewrê, Mehsêrtê û Qoserê yên Mêrdînê di 1'ê mijdarê de 31 rêveber û endamên DBP'ê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin. Piştî 18 rojan 31 DBP'î îro derketin pêşberî dozgeriyê.