Li Dersimê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin 2016-11-18 15:00:38 DERSIM - Li Dersimê tayînkirina qeyûm a li şaredariyê bi beşdariya hevşaredarên navçeyê ve bi meşekî hat şermezarkirin. Li Dersimê piştî girtina hevşaredaran, li dijî tayînkirina qeyûm nerazîbûn didomin. Gelek kesên ku di nav de Parlamenterê HDP'ê yê Dersimê Alîcan Onlu, Şaredarê Pûlûrê MEhmet Fatîh Maçoglu, Şaredarê Mazgerdê Tekîn turer jî di nav de li kolana Hunerê kom bûn û li dijî Serokomar Tayyip Erdogan slogan berz kirin. Li vir ewil Rêveberê Navenda Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) Davut Balikçi axivî û diyar kir ku tu bingeha hiqûqî ya girtina 13 siyasetmedaran tuneye. MECLÎSA ŞAREDARIYÊ HAT FESHKIRIN Piştre bi çepikan ve heta mala masoteyan meş hat lidarxistin. Li vir Alîkarê Hevşaredarên Dersimê Huseyîn Tunç axivî û agahiya qeyûm xebatên meclîsê daye rawestandin da. Piştre jî Tunç butçeya 2017'an bi gel re parve kir û got ku 17 milyon û 256 hezar TL'ên ku di butçeya şaredariyê de ji pereyên kirê û avê yên gel hatine komkirin heye û projeyên xwe bi gel re parve kir. Tunç got ku ewê şopdarên butçeyê bin. 'TOV BELAV BÛNE' Şaredarê Mazgerdê Turker jî slavên gel ên navçeyê ragihand û wiha got: "Dikarin gulekî biqetînin lê van gulan zû ve ye tovên xwe li axê belav kirine. Em wekî gelên Mazgerdê van pêkanînan qebûl nakin û piştgiriya xwe bidomînin. Divê hevşaredarên hatine girtin bên berdan." Şaredarê Pûlûrê Maçoglu jî bi bîr xist ku tu bingeha hiqûqî ya girtinan tuneye û ew ê wekî şaredar û gel piştevaniya xwe bidomînin. Piştî axaftinan li dijî Serokomar Tayyîp Erdogan slogan hatin berzkirin û çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Di navbera polîsên ku xwestin bi kamerayan ve dîmenên gel qeyd bikin de rageşî derket. Rageşî piştî ku parlamenter Onlu kamerayên polîsan da girtin bi dawî bû.