Dengdayîna ewil bi dawî bû: Pêşniyar bi 338 dengan hat qebûlkirin 2017-01-10 01:35:20 ENQERE - Di yekemîn dengdayîna guherandina Qanûna Bingehîn de, 338 deng "erê", 134 deng jî "na" derketin. Di teklîfa guherandina Qanûna Bingehîn de encamên ewil hatin daxuyandin. Encam wiha ne: Qebûl: 338 Red : 134 Bêlayan: 2 Betal: 1 Val: 5 Piştî dengdayînê, der barê madeyên teklîfê de hevdîtin hatin destpêkirin. JI BO HEVDÎTINA PÊŞNÛMA Û PÊŞNIYARAN NAVBER HAT DAYÎN Dê hevdîtinên Pêşnûma û Pêşniyarên Qanûnê di 10'ê Çileya 2017'an saet di 15.00'an de bidomin.