Hêj lêgerîna karkerên di bin hezanê de dest pê nekiriye 2016-11-18 15:20:22 SÊRT - Alîkariya ji bo rizgarkirina 12 karkerên madenê yên duh li Navçeya Hewalê ya Sêrtê di bin hezanê de man hêj dest pê nekiriye. Hat zanîn ku ÎHD'ê 6 sal berê ji bo kana madene rapor amade kiribû û rayedar hişyar kiribûn. Duh saet di 20.30'an de li gundê Madenê yê navçeya Hewala Sêrtê Hezan pêk hatibû û 15 karker di bin hezanê de mabûn. Cenazeyên 4 karkeran hatin derxistin û hêj 12 karker di bin kavilên hezanê de ye. Hat zanîn ku kana madenê aydî şirketa Park Elektrîk a Koma Ciner a nêzî AKP'ê ye. Gelek ambulans û yekîneyên alîkariyê sewqî herêmê hatin kirin. Her çend Walîtiya Sêrtê diyar kir ku xebat bi lez didomin jî hat zanîn ku hêj xebatên rizgarkirina 12 karkeran dest pê nekiriye. 2 kepçeyen karkeran hêj nû ji bo xelaskirina karkeran ber bi qada bûyerê ve derketin rê. Hat zanîn ku gundî û xizmên karkeran çûne cihê bûyerê û di xebatên rizgarkirinê de cih digirin. Di bûyerê de 8 kamyon û 3 maşîneyên kar û gelek karker di bin hezanê de man. Ji 16 karkerên ku di bin hezanê de man 3 kesan jiyana xwe ji dest dane. Karkerên bi navê Savaş Kizilkan û Murat Ant ji bin hezanê derxistin. Hat diyar kirin ku hêj karkerên bi navê Bedrî Çayli, Bakî Aydin, Mahmut Batumak, Nusret Beyazelma, Reşit Can, Halil Başer, Kerem Arat, Sedat Bulut, Şefik Tuncer, Îsmaîl Tekin, Îbrahim Kiliç, Alî Sonmezsoy û Yavuz Yildiz hêj li benda rizgarkirinê ne. 4 MEH BERÊ DÎSA HEZAN PÊK HAT Hat zanîn ku li heman herêmê di 25'ê Tîrmehê de dîsa li heman herême hezan pêk hatibû. Wê demê jî di bin hezanê de 6 kamyon û 2 maşîneyên kar di bin hezanê de mabûn. Welatiyên gund diyar kirin ku li heman qadê 3 meh berê dîsa hezan pêk hatibû û 3 kes birîndar bûbûn. Welatiyên gund anîn ziman ku 13s salin karker li vir di kana sifir de dixebitin û gelek caran hezan pêk hatiye. ÎHD'ê HIŞYAR KIRIBÛ Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li ser daxwaza welatiyên gund di sala 2010'an de rapor amade kiribû û rayedarên dewletê der barê talûkeya kanê de hişyar kiribû. îHD destnîşan kiribû ku ev kan zerarê dide hemû zindiyan û xwestibû tedbîr bên girtin. ÎHD'ê di raporê de cih dabû îfadeya karker Şakir Anik hatibû diyarkirin ku piştî kana sifir hat avakirin êdî xweza û mirov zerarê dibîne. Gundiyan jî li Qeymeqam û walîtiyê gilî kiribûn û der barê şîrketê de doz vekiribûn.