Li Bahçelîevlerê 2 kes ji ber sobayê mirin 2017-01-10 10:13:47 STENBOL- Li navçeya Bahçelîevlerê li avahiyekî ji ber şewata ku ji sobayê derket 2 kesan jiyana xwe ji dest da. Li navçeya Bahçelîevler a Stenbolê li qatê binî yê avahiyekî 3 qatî şewat derket. Hate hînbûn ku ji ber şewata ji sobayê derketiye 2 kesan jiyana xwe ji dest dane. Îtfaiye hewl dide ku şewatê vemirîne.