Berfê bajar kirin bin bandora xwe 2017-01-10 12:58:45 NAVENDA NÛÇEYAN - Berfa ku li tevahiya welat dibare li gelek navçeyan jiyanê bandor dike. Li hinek navçeyan dibistan ketin betlaneyê û li metropolan jî trafîk hatin girtin. Ji ber rewşa hewayê di çûn û hatinên hewa û behrê de kêmanîn tên jiyîn. Barîna berfê ku welat xistiye bin bandora xwe jiyanê bandor dike. Li gorî daxuyaniya meteorolojiyê dê barîna berfê ji saetên nîvro ve heta saetên şevê bidome. STENBOL Li Stenbolê ku ji roja Înê were berf dibara hêjî barîna berfê didome. Bi barîna berfê re di germbûna hewayê de jî ketin hat jiyîn. THY û ÎDO hinek seferên xwe yên plankiribûn betal kirin. Walî Vasîp Şahîn, diyar kir ku ji ber barîna berfê ya li bajar wan navber daye dibistanan. ÎZMÎR Ji ber barîna berfê ya li tevahiya bajar riyên trafîkê jê bandor dibin. li hinek navçeyan germahiya hewayê ked bin -7’ê û li navçeya Bergamayê dibistan ketin betlaneyê. MANÎSA Li hinek navçeyên Manîsayê ji ber barîna berfê dibistan ketin betlaneyê. Di daxuyaniya ji aliyê walîtiyê ve hat dayîn de wiha hat gotin: “Ji ber barîna berfê, li tevahiya navçeya Gordesê, Akhîsar, Kirkagaç, Şehzadeler û Yunusemre di çarçoveya pergala guhastinê de ji bo xwendekaran navber hatiye dayîn.” DERSIM Watîtiya Dersimê diyar kir ku ji ber barîna berfê, li navçeyên Pîlemuriye, Qisle û Pulurê navber dane dibistanan. Di heman demê de xebatkarên civakê jî bi destûrin. SEMSÛN Hat diyarkirin ku li hinek navçeyên Semsûnê ji ber berfê navber ji dibistanan re hatiye dayîn. Ji ber barîna berfê li navçeyên Terme, Vezîrkopru, Havza, Kavak, Salipazari, Asarcik û Ayvacikê navber dan dibistanan. ORDU Li Orduyê ji ber barîna berfê ya didome, li 11 navçeyan dibistan ji bo rojekê navber hatin dayîn. Li aliyê din li bajar ji ber barîna berfê, ji bo vekirina riyên taxan ên hatine girtin xebat didomin. KASTAMONU Li Kastamonuyê ji ber barîna berfê ya zêde dibistanên li navenda bajar ketin betlaneyê. Ji kesên astendar û ducanî re destûr hat dayîn. ÇORUM Li Çorumê jî ji bo xwendkaran rojek navber dan dibistanan. SÎNOP Li hinek navçeyên Sînopê jî ji ber barîna berfê navber dan dibistanan. SAKARYA Li Sakaryayê piştî barîna berfê ya zêde li 3 navçeyan dibistan ketin betlaneyê. KOCAELÎ Li Kocaeliyê ji ber rewşa hewayê ya xirab dibistan ketin betlaneyê. TOKAT Ji ber barîna berfê ya li Tokat, navend û naçeyê wê betlaneya dibistanan rojek din hat zêdekirin. ÇANAKKALE Li gorî daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Midûryeta Perwerdehiya Neteweyî ya Bajarê Çanakkaleyê ve hat dayîn ji ber li navendê 4 rojan berf barî û her cih qerisîne di çûn û hatinê de kêmasî çêdibin. YALOVA Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Walîtiya Yalovayê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku ji ber qerisîna zêde wan navebr dane dibistanan. BALIKESÎR Li Balikesîrê ji ber barîna berfê û rewşa hewayê ya xirab, li 3 navçeyan dibistan rojek ketin betlaneyê.