Rojnameger Berîtan Îrlan serbest hat berdan 2017-01-10 19:00:20 DÎLOK - Rojnameger Berîtan Îrlan a dema li Dîlokê nûçe dişopand hat binçavkirin, serbest hat berdan. Rojnameger Berîtan Îrlan, a piştî êrîşa li dîjî Muduriyeta Polîsan a Dîlokê, li nêzî herêma teqîn lê pêk dihat nûçe dişopand û hat binçavkirin, serbest hat berdan. Tevî rojnameger Îrlan, ji malbata êrîşkar 6 kes û kesê bi navê Omer Omer ê rajêr hatibûn binçavkirin. Îrlan û Omer serbest hatin berdan, lê 6 kesên din hîn di bin çavan de ne.