Dengdayîna madeya yekemîn: 347 'erê', 132 'na' 2017-01-11 00:02:02 ENQERE– Di tûra yekemîn a madeya yekemîn a guherandina Qanûna Bingehîn de, 347 deng "erê", 132 deng "na" derketin. Karê dengdayîna nepen a ji bo madeya yekemîn a guherandina Qanûna Bingehîn bi dawî bû. Di vê dengdayînê de 484 deng hatin bikaranîn. Encama dengdayînê wiha ye: Na:132 Erê: 347 Bêlayan: 2 Vala: 1 Di dengdayînê de madeya yekemîn a pêşniyarê, "Li madeya 9'emîn a Qanûna Bingehîn a Komara Tirkiyeyê ya bi dîroka 7/11/1982 û bi hejmara 2709'an dê piştî îbareya 'serbixwe'yê îbareya 'û bêalî lê hatiye zêdekirin' di tûra yekemîn a dengdayînêd e hat qebûlkirin.