Hevşaredarên Depê hatin berdan 2017-01-11 12:12:30 XARPÊT - Hevşaredarên DEP’ê Burhan Kocaman û Cennet Ayik ên di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin û di 2’yê cotmeha 2016’an de ji aliyê dadgehê ve hatibûn girtin hatin berdan. Hevşaredarên navçeya DEP’ê ya Xarpêtê Burhan Kocaman û Cennet Ayik ên di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin û di 2’yê cotmeha 2016’an de ji aliyê dadgehê ve hatibûn girtin hatin berdan. Hevşaredarên ku bi sucdariya “bûne muxalefetê qanûna îhale, bacê, bê mafê bidestxistina aboriyê, peywira xwe şaş bikaranîne” hatin sucdarkirin û dosyaya wan şandin 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Xarpêtê, bi şertê kontrola edlî hatin berdan û îro ji Girtîgeha Tîpa E ya Xarpêtê serbest hatin berdan.