Operasyon didomin: 22 kes hatin binçavkirin 2016-11-18 20:41:12 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiye her roj polîs û leşker bi ser malan de digirin û siyasetmedarên kurd binçav dikin. Îro jî polîs û leşkeran li gelek navendan bi ser malan de girt û nêveberên HDP û DBP jî di navde 22 kes binçav kirin. Li Tirkiye û bajarên kurdan her roj polîs û leşker bi ser malan de digire û siyasetmedarên kurd û nûnerên saziyên civakî binçav dike. Îro jî li Riha, Muş, Bedlis, Şirnex, Agirî, Wan û Mêrdînê polîs û leşkeran bi ser gelek malan de girt. Polîsan li Hewagê bi ser avahiya Şaredariya DBP'ê ya Hewagê de girt û 2 saetan lêgerîn pêk anîn. Polisan li navçeya Melezgîrtê jî bi ser şaredariya DBP'ê ya Melezgîrtê de girt û Hevşaredarê Melezgîrtê Halis Coşkun binçav kir. Li navçeya Norşînê ya Bedlisê jî polîsan bi ser avahiya şaredariyê û hevşaredar de girt. Polîsan Hevşaredarê Norşînê Emin Ozkan û Senayet Ata û rêveberê DBP'ê M. Siddik Taşdemir binçav kirin. Polîsan xebatkarên şaredariyê yên Mêrdînê jî binçav kirin. Piştî qeyûm tayînî şaredariya Mêrdînê kirin Xebatkarên Şaredariyê Mehmet Arîf Dag xebatkarê çapemeniya şaredariyê Meltem Aslan, Haşim Abak û Yusuf Erdem binçav kirin. Li bajaroka Tilqebînê jî ber gelek malan de girt û hevşaredarên Tilqebîne Tahir Aytiş û xebatkarên şaredariyê Abdulvahit Avar û Haşim Bilgin binçav kirin. Duh jî Hevşaredra Rabia Takaz hatibû binçavkirin. Polîsan piştî qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê kir, xebatkarê şaredariyêk Ekrem Înedî binçav kirin. Şevê din polîsên bi rûpoş bi ser mala wî de girt û ew ji malê binçav kirin. Polîsan telefon, kompîtûr û gelek alavên wî yên taybet desteser kirin. Polîsan li taxên Yenişehir û Kandaharê jî bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de zarokê bi navê E.D., Turgay Çetinkaya û Osman Çayir binçav kirin. 3 kesên sedema binçavkirina wan nehat zanîn birin TEM'ê ya Wanê. Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê jî polîsan li taxên Kentpinar, Ataturkê bi ser malan de girt. Di serdegirtina mahlan de Hevserokê HDP'ê yê Bazîdê Ercan Taştan, rêveberê HDP'ê Kazim Çiçek û Hanifi Zorbay, Sedat Işik û Kadir Gokmen binçav kirin. 5 kes sewqî Agiriyê kirin. Polîsan li navçeya Tetwanê ya Bedlisê jî bi ser malên rêveberê HDP'ê Îlhan Aksoy û rêveberê HDP'ê yê Bedlisê Hamza Ozkan de girt û ew binçav kirin. Li navçeyên Dêrîk, Nisêbîn, Kerboran, Stewrê, Mehsêrtê û Qoserê yên Mêrdînê di 1'ê mijdarê de 31 rêveber û endamên DBP'ê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin. Piştî 18 rojan 31 DBP'î îro derketin pêşberî dozgeriyê.