Li Girtîgeha Bursayê pirtûk qedexe ne! 2017-01-11 13:30:28 BURSA - Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Bursayê ji bilî pirtûkên dersan pirtûkên din nadin girtiyan. Derket holê ku li Girtîgeha Tîpa T a Bursayê pirtûkan nadin girtiyan. Li gorî agahiyên ji parêzerên ku girtî ziyaretkirine hatine girtin ji bilî pirtûkên dersan tu pirtûkên din nadin girtiyan. Parêzeran diyar kirin ku pêkanîn keyfîne û ji bo agahî bigirin nekarîne xwe bigihînin îdareya girtîgehê.