'Bila Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dîsa vebe' 2017-01-11 15:28:16 STENBOL - Ji bo Enstîtuya Kurt a bi biryara KHK'ê hat girtin ji nûve vebe, bi sernavê "Bila Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dîsa vebe!" di hesabê change.org'ê de kampanya îmzeyan hat destpêkirin. Enstîtuya Kurt a bi biryara KHK'ê hat girtin ji bo ji nûve vebe, bi sernavê "Bila Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dîsa vebe!" di hesabê change.org'ê de kampanya îmzeyan hat destpêkirin. Enstituyê têkildarî kampanya îmzeyê wiha got: "Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji sala 1992'an bi vir de ji bo parastin û pêşvebirina ziman, wêje û dîroka kurdî xebatan dike. Ji sala 2006'an heta roja ku deriyê hate şikandin û piştre jî hate mohkirin, bi navê Komeleya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê xebatên xwe didomandin. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê her çiqas ji ber rewşa siyasî û hiqûqî ya Tirkiyeyê bi navê Komeleya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê xebatên xwe meşandibin jî, her tim wekî saziyeke akademîk û dibistaneke kurdî xebat kiriye. Heta niha bi hezaran kes li Enstîtuya Kurdî hînî zimanê kurdî (kurmancî û kirmanckî) bûne. Her wiha gelek berhemên der barê ziman, wêje û dîroka kurdî de ji hêla Enstîtuya Kurdî hatine amadekirin. Ji bo pêkanîna hişmendiya parastin û pêşvebirina ziman û nasnameya kurdî, ji bo çareseriya demokratîk a kêşeya kurdî gelek panel, semîner, sempozyûm û konferans li dar xistine, endam û rêveberên wê beşdarî gelek çalakiyên bi vî rengî bûne. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi biryarnameya bi hêza qanûnê (KHK) ya 679an hate girtin. Bi vê biryara neheq û nehiqûqî derbeyeke mezin li xebatên çand û zimanê kurdî ketiye. Bi sedan kesên Em wekî hemwelatiyên vî welatî dixwazin ku ev biryar were betalkirin û Komeleya Enstîtuya Kurdî ji nû ve were vekirin." Ji bo îmze pêşkêşî meclîsê bê kirin dê dê destîlî navnîşanên @icisleri.gov.tr, pervin.buldan@tbmm.gov.tr, garo.paylan@tbmm.gov.tr, mustafasezgin.tanrikulu@tbmm.gov.tr û kadriyildirim@tbmm.gov.tr adreslerine bên kirin. Kesên ku dixwazin îmze bavêjin dikarin li navnîşana jêr îmzeyê bikar bînin. https://www.change.org/p/dernekler-dairesi-ba%C5%9Fkanl%C4%B1%C4%9F%C4%B1-dernekler-icisleri-gov-tr-istanbul-k%C3%BCrt-enstit%C3%BCs%C3%BC-yeniden-a%C3%A7%C4%B1ls%C4%B1n?recruiter=79698527&utm_source=share_petition&utm_medium=twitter&utm_campaign=share_twitter_responsive