Doza Ferhat Encu sewqî Amedê kirin 2017-01-11 16:20:01 AMED - Doza ku ji aliyê 2’emîn Cezayê Giran a Şirnexê ve li Parlamenterê HDP’ê Ferhat Encu hat vekirin bi hinceta “ewlehiyê” sewqî Amedê hat kirin. Piştî destnedana parlaneteran hat rakirin Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu hat girtin û daxwaza sewqkirina doza ku ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnevê ve li Encu hat vekirin bi hinceta “ewlehiyê” hat kirin hat qebûlkirin. Li ser daxwaza dadgehê ya “gelek bersûc hene” û “ji ber salon biçûke ji ber kêmaniyên ewlehiyê...” Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê nivîs ji dadgeha bilind re nivîsek şand û xwest daxwaz bê nirxandin. Dadgeha bilin ku daxwaz di cih de dît, biryar da ku rûniştina dozê sewqî Amedê bê kirin. Piştî dosya sewqî Amedê bê kirin dê dadgeh û dîroka rûniştina dozê bê destnîşakirin.