Qeyûm tayînî Şaredariya Tutaxê hat kirin 2017-01-11 23:55:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredariya DBP'î ya Tutaxê ya ku danê êvarî bi ser de hat girtin, qeyûm tayînî wê hat kirin. Danê êvarî polîsan bi ser Şaredariya Tutxa Agiriyê de girt. Li şaredariya ku avahiya wê hat dorpêçkirin, piştî lêgerînî xebatkarên şaredariyê ji bo îfadedayînê birin Muduriyeta Polîsan a Navçeyê. Piştî êrîşê rayedarên muduriyeta polîsan li Hevşaredar Firat Ozturk ê li derveyî bajêr geriyan û hat zanîn ku ji Ozturk re wiha gotine: "Hin ewraqên di vê em teblîx bikin hene." Her wiha rayedaran bi rêya telefonê ji Ozturk ragihand ku, ew ji peywirê hatiye dûrxistin. Li şûna Ozturk, Qaymeqamê Navçeyê Erkan Îsa Erat wek qeyûm hat tayînkirin.