Hewldana Demokrasiyê ya Kocaeliyê li dijî guherîna Qanûna Bingehîn dadikeve qadan 2017-01-12 09:38:30 KOCAELÎ- Welatiyên xwedî nêrînên siyasî, bîr û baweriyên cuda yên di bin navê Hewldana Demokrasiyê ya Kocaeliyê ya li dijî Qanûna Bingehîn a li Meclîsê tê nîqaşkirin, OHAL û KHK'yan hatin gel hev, li dijî guherîna Qanûna Bingehîn a li Meclîsê hevdîtinên wê pêk tên, amadekariyên daketina qadan dike. Welatiyên xwedî nêrînên siyasî, bîr û baweriyên cuda ên diyar kirin ku, li Tirkiyeyê piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê bi OHAL'a hat îlankirin re demokrasî û huqûq hatine binpêkirin, Hewldana Demokrasiyê ya Kocaeliyê (KDG) ava kirin û niha amadekiriyên ku dakevin kuçeyan dikin. Hedefa ewil a hewldanê ew e ku, divê demildest Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de (KHK) ên hatine derxistin bi paş ve bên kişandin û hat diyarkirin ku, bi vê hewldanê mebest li raya giştî hestiyariyê bidin der. Ji berdevkên hewldanê Bekir Yurdagul got, di demên dawî de mirov zêde rastî çewisandinan tên. Yurdagul anî ziman ku, bi KHK'yan re huqûq hatiye hilawistin û wiha got: "Em li bersiva pirsa 'Em ê li Kocaeliyê çawa ji derheqê vê çewisandinê derkevin, em ê çawa xwe bigihînin mirovên hestiyar?' geriyan û hewldaneke bi vî rengî derket holê. Em diaxavin, 'Mirovên ji çand û siyasetên cuda, bi rastî ji bo demokrasiyê dikarên çi bikin?' Ya girîng ew e ku, zîndekirina demokrasiya ku tunekirina wê tê xwestin bi xwe ye." 'LI DIJÎ SEROKATIYÊ DIVÊ HER KES DESTÊ XWE TÊXE BIN KEVIR' Yurdagul dest nîşan kir ku, mebesta wan ew e li dijî "rejîma yekzilamî" bi OHAL û KHK'yan tê xwestin wê têxin meriyetê ye û wiha abng kir: "Her kes vekişiyaye quncika xwe û temaşeyî pêkanînan dike. Mebesta me ew e ku, em wêrekiyê li mirovan peyda bikin û rewşa Tirkiyeyê ya ber bi tarîtiyê ve diçe ji raya giştî ya Kocaeliyê re vebêjin û ji bo vê hewldaneke me heye." Yurdagul got, divê her kes destê xwe têxe bin kevir û tevbigere. 'DÊ TIRKIYEY BER BI FAŞÎZMÊ VE BIÇE' Ji endamên hewldanê Ali Haydar Konca got, piştî hewldana derbeyê li Tirkiyeyê saf zelal bûne û anî ziman ku, welat ber bi cihekî antî demokratîk ve diçe. Konca dest nîşan kir ku, bi hevkariya AKP û MHP'ê mebest ew e ku, "rejîma yekzilamî" rêxin meriyetê û wiha axivî: "Dê Tirkiyey ber bi mecrayeke otorîter û faşîzmê ve biçe, dê ji demokrasyi firdikek jî nemîne. Dê sazî û dezgehên demokratîk ji holê bên rakirin. Hewldana me jî ew e ku, fikra siyasî çi dibe bila be, ji bo demokrasiyê hatina gel hev mirova ye." ‘JI BO AGAHDARKIRINÊ EM Ê DAKEVIN QADAN' Konca wiha domand: "Heke di dengdayîna pergala serokatiyê de tesdîqkirinê derkeve, dê rawestandina merhaleya wê ya din zehmet be. Ji ber, divê ji niha ve bi awayekî zelal li dijî wê em bitêkoşin. Ya em dixwazin zaf zelal e, 'Divê OHAL bê rakirin, KHK bên betalkirin' û bi vî awayî ji bo em gel agahdar bikin, em ê dakevin qadan." 'EM Ê LI DIJÎ ŞIDETA DEWLETÊ BITÊKOŞIN' Ji endamên KDG'ê Arzu Erkan got, di 14 salên îcreatên hikûmetê de bi taybetî jin û zarok hatine mexdûrkirin û wiha got: "Yek ji bajarên herî zêde li dijî jinê şidet pêk tên Kocaelî ye. Em ê li dijî şideta jinê, îstismarê, cinayetan bitêkoşin. Em ê li dijî şideta dewletê û encamên wê bitêkoşin." ‘EM Ê DENGÊ JINAN BILIND BIKIN' Erkan got, ji bo parlementerên jin ên HDP'ê yên li Girtîgeha Kandirayê tên ragirtin jî xebatên wan hene û wiha domand: "Parlementerên me yên HDP'ê di nav sînorên Kocaeliyê de tên ragirtin, ji ber vê yekê dê yek ji pêşaniyên me jî ragihandina dengê wan be. Nîqaşên Qanûna Bingehîn pergala serokatiyê di rojevê de ne. Em bawer dikin gotineke jinan heye, em ê wek Hewldana Demokrasyiyê ya Kocaeliyê dengê jinan bilind bikin."