Têkîldarî êrîşa Qeyseriyê 4 leşker jî hatine binçavkirin 2017-01-12 13:13:32 ENQERE - Têkîldarî êrîşa li Qeyseriyê ji 23 kesên ku hatin binçavkirin, hate hînbûn ku 4 leşker jî hene. Lêpirsîna ku têkîldarî êrîşa ku li Qeyseriyê di 17'ê Kanûna 2016'an de li dijî leşkeran pêk hat ber bi dawiyê ve diçe. Bi êrîşê ve grêdayî 23 kes hatibûn binçavkirin. Hate hînbûn ku ji wan 4 leşkerên 1'yekemîn Tugaya Qomandayan e. Piştî êrîşê bi temamî 29 kes hatibûn binçavkirin û 6 kes piştî îfadeyên wan hatibûn berdan. Hate îdiakirin ku 4 leşkerên ku propagandaya PKK'ê kirine agahî dane Teyrên Bazên Azadiya Kurdistanê (TAK).