Daxwaza parêzerên Demîrtaş a ‘Darizandinê rawestînin’ hat redkirin 2017-01-12 13:22:58 AMED - Parêzerên di doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku bi sucdariya “Heqaret li hikûmeta Komara Tirkiyeyê kiriye” tê darizandin parastin kirin, diyar kirin ku divê gotinên muwekîlê wan di çarçoveya xwe îfadekirina azad û rexneyê de bê girtin. Daxwaza parêzeran a bila darizandin bê rawestandin ji aliyê dadgehê ve hat redkirin. Yekemîn rûnistani doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku girtî tê darizandin û di 9’ê Îlona 2015'an de ji ber daxuyanike çapeniyê bi sûcdariya “Heqaret li hikûmeta Komara Tirkiyeyê kiriye” hat vekirin û 2 sal cezayê girtîgehê tê xwestin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di doza ku Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtiye tevlî nebû de parêzerên wî amade bûn. Di rûnştina dozê de destpêkê parêzer Mehmet Emîn Aktar, axivî û diyar kir ku hêjî destnedana muwekîlê wî Demîrtaş didome. Aktar, bi lêv kir ku ji ber guhertinên di qanûna bingehîn rêziknameya Meclîsê hatiye kirin hêjî destnedayîna muwekîlê wî ne hatiye rakirin û wiha got: “Ji bo mûwekîlê min ê ku rêzikdanînan destnedayînê hey, bi daxwaza Wezareta Dadê û Dozgerê Komarê bi madeya 301 destûr lêprsînê dayîn li dijî qanûnê ye û xespkirina desthilatdariyê ye. Ji ber vê em daxwaz dikin ku darizandina mûwekîlê min ê ku destnedayîna wî didome bê rawestandin.” ‘VEDIGERE KAMPANYAYA LÎNÇA SIYASÎ’ Parêzer Mahsunî Kahraman anî ziman ku Demîrtaş dengê 6 milyon kesî girtiye, Hevserokê partiya HDP’ê ku di meclîsê de partiya 3’yemîne û wiha pêde çû: “Divê axaftinên Demîrtaş di çarçoveya rexne û xwe îfadekirina azad de bê destgirtin. Ez beraeta mûwekîlê xwe Demîrtaş dixwazin. Derbarê Demîrtaş li 10 navçeyan ji ber daxuyaniyên dayîne doz hatine vekirin. Em dixwazin ev dosya bên lêkolînkirin û bikin yek. Ev doz ji bo mûwekîlê me dibin kampanyaya lînçê ya siyasî. Ev dê ji bo darizandinê bibe ezmûnek.” DOZ TALOQÎ ADARÊ HAT KIRIN Piştî parastina parêzeran heyeta dadgehê biryar da û daxwaza parêzeran a rawestandina darizandinê red kir. Dadgehê biryar da ku hemû dozên ku bi heman sûcdariyê li Demîrtaş hatine vekirin ji bo lêkolînê bişînin 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê û ji bo Demîrtaş di rûniştina din de amade bibe û bi SEGBÎS’ê tevlî bibe doz taloqî Adarê kir.