Qeyûm dê keçên xwendekar derxe polisan bicih bike 2017-01-12 15:07:25 AMED - Qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin Cumali Attila, Wargeha Xwendekarên Keç vala dike û dê li şûna xwendekarên keç, polîsan bi cih bike. Qeyûm Cumalî Atîlla piştî tayînî şûna Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kışanak û Firat Anli hat kirin, Wargeha Xwendekarên Keç vala kir û li şûna wê dê polîsan bi cih bike. Hat zanîn ku Qeyûmê heta 1'ê Sibatê ferman daye ku Wargeha Keçan vala bikin.