Di sala 2016’an de 10 hezar û 100 binpêkirinên mafan hatin jiyîn 2017-01-12 15:57:59 WAN - ÎHD’a Wanê diyar kir ku di nava salekê de li bajar 10 hezar û 100 binpêkiriên mafan hatine jiyîn. Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê, rapora xwe ya derbarê binpêkirinên mafan ên bli bajar ên di sala 2016’an de aşkera kir. Di daxuyaniya ku endamên komeleyê tevlîbûn de Serokê ÎDH’ê yê Wanê Murat Melet daxuyanî xwend. Melet, diyar kir ku piştî 3 salên pêvajoya çareseriyê bi dawî bûn, binpêkirin zêde bûne, di sala 2016’an de 10 hezar û 100 binpêkirinên mafan hatine jiyîn. 3 JINHATIN QETILKIRIN 7 SIVÎLAN JIYANA ZWE JI DEST DA Melet, destnîşan kir ku di encama qedexekirina çalakiyan, serdegirtin û operasyonên malan gelek binpêkirin hatine jiyîn û wiha got: “Li bajarê me hat tesbîtkirin ku 61 jin bi zorê fuhuş li wan hatiye ferzkirin, ji ber şîdeta nava malê 3 jin hatin qetilkirin û 2 jinan jî xwe întîxar kirine. Di pevçûnên derketî de ne 19 endamên rêxistinê, 31 peywirdarên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dane, 50 peywirdarên ewlehiyê û 2 endamên rêxistinê jî birîndar bûne. Di van şeran de 7 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 45 kes jî birîndar bûne. Her wiha wekî salên 90’î di pêvajoya OHAL’ê de jî kuştinên kiryar ne diyar hatin jiyîn.