Li Sêrtê 12 kes hatin girtin 2017-01-12 16:34:30 SÊRT - Di serdegirtinên malan ên li Şîrwanê de 12 kesên hatin binçavkirin hatin girtin. Di operasyonên li gundê Zîvzîk ên navçeyan Şîrwana Sêrtê ku demên cuda hatin pêkanîn de 12 kes hatibûn binçavkirin, kesên hatin binçavkirin piştî karên wan ên li midûryeta polîsan bi dawî bûn sewqî dadgeha sêrtê hatin kirin. Welatiyên bi navê Şemsettîn Ozgan, Selamî Nardan, Şahîn Ongulu, Mehmet Alî Ongulu, Suleyman Kutum, Nurullah Ongulu, Menduh Kumeç, Mehmet Kumeç, Mehmet Şerîf Kumeç, Mehmet Şîrîn Ongulu, Edîp Ongulu ve Abdullah Ongulu ên ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha lêpirsînê kirin bi îdîayên “endamên rêxistinê ne” û “alîkarî dane rêxistinê” hatin girtin. 12 kesên hatin binçavkirin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê.