Di bûyera kuştina 2 polîsan de 3 kes hatin tahliyekirin 2017-01-12 22:20:31 RIHA - Di bûyera kuştina 2 polîsan de ya li Serêkaniyê 3 kes hatin tehliyekirin. Li navçeya Serêkaniya ya Rihayê di 22'yê Tîrmeha 2015'an de polîsên bi navê Feyyaz Yumuşak û Okan Uçar li malê hatibûn kuştin. Têkildarî bûyerê cîranên polîsan û rêveberê DBP'a Serêkaniyê jî di nav de 8 kes li ser îxabrê hatibûn girtin. Li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê, têkildarî bûyera kuştina 2 polîsan de, rûniştina 4'emîn a dozê hat dîtin. Di rûniştinê de cîranê her 2 polîsan Murat Abir, Lutfu Abir û rêveberê DBP'a Serêkaniyê Omer Kiliç hatin tehliyekirin. Dadgeh ji guhdarîkirina şahidên nû, doz taloqî 5'ê Nîsana 2017'an kir.