Li Antakya dibe li Edeneyê nabe 2016-11-14 09:12:01 EDENE - Ostaya hunerên plastîk Bedîa Tuncer ku 8 salin li Antakya ostatiya hunera plastik kir, ji ber nasnameya jinê nekarîbû li Edeneyê karê xwe berdewam bike û betal ma. Tuncer, ji bo debara malbata xwe dest bi karê paqijiya malan kir. Pispora karê xeratiya plastîk Bedîa Tuncer ku 8 salin li Antakya ya Hatayê karê xeratiya plastîk dikir, 2 sal berê koçî Edeneyê kir. Ji ber nasnameya jinê li Edeneyê kar bi dest nexist û betal maye. Tuncer, ku 2 salin betal maye, ji bo zarokên xwe bide xwendin û debara xwe bike neçar e li malan karê paqijiyê bike. 'MA OSTAYÊN JIN ÊN XERAT DIBIN?' Tuncer, da zanîn ku wê serî li gelek fîrmayan da, lê ji ber nasnameya jinê nekarîbû kar bike. Tuncer, anî ziman ku wê serî li gelek fîrmayan da û ji wêre dibêjin ma jinên xerat hene?' û bersîva neyînî didin. Tuncer bilêv kir ku ew berê li Antakya bû û wiha got: "Ez ji ber şert û mercan koçî Edeneyê bûm. Min li vir têkildarî kar û pîşeyê xwe kar bi dest nexist. Ez çûm gelek fîrmayan ji min re gotin "Ma jinên xerat dibin? û kar nedan min. Li bejn û bala min nerin û kar nedan min. Min 8 salan serostatî kir. Min dît ku li vir jinan di karê wisa de nadin xebitandin. 'EZ LI EDENEYÊ KAR NABÎNIM' Tuncer, destnîşan kir ku piştî kedek mezin fêrî karê ostatiya hunera xerata plastîk bû û wiha berdewam kir: "Ez gav bi gav fêrî kar bûm. Piştre bûm serosta. Ez karê derî, cam, û hemû karên plastîk bi awayekî pispor dikim. Ez hatin Edene ez betal mal. Dixwazim karê xwe berdewam bikim. Lê ji ber ku ez jinim kar nadin min. Ji ber ku ez kar nabînim betal dimîm. lê ji bo debara xwe bikim diçim karê paqijiya malan dikim. Rojê 12 saetan karê paqijiya malan dikim. 2 salin karê paqijiya malan dikim. Karê cam û deriyênk plastik ji bo min hêsan bû. Karê paqijiyê ji bo min pir zor e. Ez niha di nava şert û mercên xerab û bê ewle de dixebitim.'