'Parastina demokrasiyê bedêlan dixwaze' 2017-01-13 09:36:42 STENBOL – Hemû beşên civakê li dijî girtin û binçavkirinê bertekên xwe tînin ziman. Nivîskarê Rojnameya Cumhuriyet Aydın Engîn xwest her kes li demokrasiyê xwedî derkeve û her kes ji bo parastina demokrasiyê ji dayîna bedelan re jî amade bin. Ergîn, anî ziman ku Demokrasî bi bedelan tê parastin. Piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmeha 2016'an li dijî hemû kesên muxalif operasyon binçavkirin û girtinê dest pê kir û bi deh hezaran kes hatin binçavkirin û girtin. Li dijî van binçavkirin û girtinan bertek û nerazîbûn jî zêde dibin. Ji hemû bertekên civakê nerazîbûna li dijî binçavkirin û girtinan zêde dibe. Rojnameger, siyasetmedar û nûnerên komeleyên civakî bertekên xwe anîn ziman û xwestin her kes li nirxên demokrasiyê xwedî derkevin. 'ARMANC NE TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DARBEKARAN E' Rojnameger û Nivîskarê Rojnamya Cumhuriyetê Aydin Engîn, anî ziman ku Serokomar Erdogan darbe wekî litûfa xwedê dît û wiha got: "Em vê gotinê niha baştir bi wate dikin. Em dibînin ku Armanc ne têkoşîna li dijî darbekaran e. Em dibînin ku armanca sereke têkoşina li dijî kesên muxalif e. Dixwaze împaratoriya tirsê ava bike. Lê ji bo parastina demokrasiyê hin caran dayîna bedelan jî divê. Bi sistahî û rehawetê demokrasî pêş nakeve. Hewce be divê em bedelan jî bidin. Ez bawer dikim ku hempîşeyên me yên ciwan amade ne bedelan jî bidin ber çavên xwe. Divê em ji rojnamegeriya xwe bawer bikin û em zanibin ku em di riya rast dene. Ger ku em rojnameger û akademisyen bin, divê em helwesta xwe ji bo parastina demokrasiyê nîşan bidin. Ji ber ku parastina demokrasiyê bedelan dixwaze." TIRKIYE BÛYE GIRTÎGEHA VEKIRÎ Engîn, destnişan kir ku Tirkiye bûye girtîgeha vekirî û wiha got: Em ji bîr nekin ku di demsala baharê de Referandum heye. Di şertê OHAL'ê de referandum pêk tê. Ev jî nişan dide ku dê di şertên darbeya 12'ê Îlonê de pêk bê. Kesên li dijî vê Qanûna Bingehîn be û muxalif be her çen bixwazin bertekên xwe bînin ziman jî dê di şertê OHAL'ê de nikaribin dengê xwe bilind bikin. Ji ber vê yekê divê ji bo demokrasiyê em amade bin ku bedelên girantir bidin." ‘DÊ JIN BÊTIR RASTÎ ÊRÎŞAN BÊN' Endama Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Çigdem Kiliçgun Uçar, jî anî ziman ku bi îlana OHAL'ê re zext û tundiya li ser jinan zêdetir bû û wiha got: "AKP dixwaze jinê di malê de heps bike. Dixwaze di şexsê jinê de civakê ji nûve bi teşe bike. Hedefa mezin a AKP'ê ya sereke xistina jinê ye. Diwaze berî her tiştî jinê bike kole. Jina ku li kolanan dengê xwe bilind dike, bi rêxistin dike û rexne dike naxwaze. Jina aştî, azadî, wekhevî û edaletê dixwaze red dike. Hemû jinên bi KHK’ê ji peyvirê hatin girtin, jinên ku koletiyê red dikin. Bi pergala OHAL'ê dixwaze bêtir pergala mêr û serdest ava bike. Lê em di ferqa vê yekê dene û em vê pergalê red dikin." ‘HETA TAWÎ WİSA NAÇE' Hevserokê Şaxa Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) ya Stenbolê Bulent Felekoglu jî destnîşan kir ku ev pêvajoya zext û tundiyê heta dawî wisa naçe û wiha got: "Dê pergal piştî demekê bi xwe re têkeve nava pevçûnê. Niha hemû hêza li dijî xwe bêdeng û bêtesîr dike. Dixwaze dema rejîmê biguherîne bertekên li hemberî wê tune bin. Ji bo vê yekê dikare provakasyonan jî amade bike. Wekî serdema Sêwas, Çorum û Mereşê dikarin provakasyonek din li dijî elewiyan pêş bixin. Divê hemû beşên civakê hestiyar tev bigerin. Divê her kes parastina xwe xurt bike. Divê her kes ji bo demokratîkbûna Tirkiye têbikoşe. Ger ku em têkoşîna xwe ya ji bo demokrasiyê xurt nekin dê bêtir xwîn bê rijandin. Divê her kes bêtir bi têkoşîna demokratîk rê li pêş rijandina xwînê bigirin." 'DIXWAZIN KES DENGÊ XWE NEKE' Hunermend Lale Mansur, jî ani ziman ku êdî mirov nikare fikrên xwe aşkere bike û wiha got: "Dixwaze civakek bê deng û bê bertek ava bike. Ev yek dê bandora xwe li hunerê jî bike. Heta niha min tundiyek wisa nedîtiye. Hin hewldanên beşên muxalif heye. Le divê ev zêdetir bibe. Ev heta dawî wisa naçe." 'DIVÊ CIWAN BERPIRSIYAR TEV BIGERIN' Xwendekarê Zanîngeha Marmara Can Memiş jî anî ziman ku hêzên serdest bêtir zimanê nifrîn û cudahiyê pêş dixin û wiha got: "Em berî her tiştî Dîktatoriya di bin siya OHAL'ê de ava dikin nas nakin. Qesra Erdogan dixwaze Zanîngehan bi xwe ve girê bide û her kes koletiya wî bike. Em dê mamosteyên xwe yên ji kar hatine dûrxistin dîsa paşve bikişînin. Em dê li dijî DAIŞ'ê zanîngehên demokratîk, xweser, laîk û bi zimanê zikmakî pêş bixin û biparêzin." 'BI TIRSÊ PERGALA XWE AVA DIKE' Endamê Koordînasyona Meclîsa Ji Bo Yekîtiyê Demokrasi (DİB) Îrfan Kaygisiz jî anî ziman ku ev zext bêtir tirsê li ser karkeran ava dike û bertekê lawaz dike. Kesên bi KHK'ê ji peyvirê hatine girtin bi sedema ku dîsa likar vegerin zêde dengê xwe bilind nakin. Ji bo di nava lîsteya KHK'êde cih negirin ji gelek neheqî û bêhiqûqiyê re bêdeng dimînin. Ev jî encama tirsa KHK'ê ye. Ji bo ev tirs û fikar ji holê rabin jî divê her kes di bin baneya DÎB'ê de kom bibin û têkoşîna demokratîk bilind bikin. Ev pêvajoya zextan û tirsê dê heta referanduma Serokdewletiyê bidome. 'DIXWAZIN LÎNCÊ REWA BIKIN' Aktîvîstê LGBTÎ Remzi Altunpolat jî anî ziman ku rexneyên herî biçûk wekî "Înaneta li dijî welat" bi nav dikin û rexneyê wekî "teror" dibînin. Altunpolat, da zanîn ku hestê nifrînê zêde dikin û feraseta lîncê rewa didin nişandan. Endama Partiya Rizgariya Ji Nûve Sosyalist (SYKP) Fatoş Osmanagaoglu, jî anî ziman ku hemû beşên muxalif ji wekî ên din dibînin û di nava civakê de çeper û eniyan ava dikin û wiha got: "Mirovan ji her tiştî dûr dixin. Li derve girtîgeha servekirî ava dikin û mejiyên însanan hepis dikin. Ji ber vê yekê divê em têkoşîna demokrasiyê bi rêxistin bikin û têkoşîna demokrasiyê bilind bikin." Osmanagaoglu herî dawî destnîşan kir ku hemû destkeftiyên ekolojîk bi KHK'ê tune dibe û xwest hemû ekolojîst û beşên civakê ji bo parastina ekolojîyê têbikoşin.