Qeyûm tayînî şûna keyayan jî kirin! 2017-01-13 09:38:20 AMED - Li Bismilê keyayên 3 taxan bi hinceta parvekirinên civaka medyayê ji peywirê hatin girtin. Keyayek, ji ber wêneyê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş û wêneyê dayika xw eya 70 salî ku nîşana serketinê kiriye parve kir, ji peywirê hat girtin. Li navçeya Bismilê ya Amedê, keyayên 3 taxan bi hinceta parvekirinên civaka medyayî ji aliyê Qaymeqamê Bismilê ve ji peywirê hatin girtin. Muduriyeta Polîsan a Bismilê di 5'ê Mijdara 2016'an de gazî Keyayê Taxa Esentepeyê Alattin Tekin, Keyayê Taxa Altiokê Mursel Zorooglu û Keyayê Taxa Sanayiyê Mehmet Bayindir kir û der barê parvekirinên wan de îfadeya wan wergirt. WÊNEYÊ DAYIKA XWE PARVE KIR, JI PEYWIRÊ HAT GIRTIN Tekîn ê ji bo îfadedayînê çû muduriyeta polîsan, parvekirinên wê yên civaka medyayî jê hatin pirsîn. Meqseda parvekirinên Tekîn ê wêneyê dayika xwe ya 70 salî ku 3 sal berê wefat kiriye, li stûyê wê şaleke kesk û sor û zer girêdayî û bi tiliyên xwe nîşana serketinê kiriye, wêneyekî li Rojavayê hatiye kişandin û wêneyê peşmergeyekî Qur'anê dixwîne jê hat pirsîn. Tekîn got, tiştekî skandal e ku wêneyê dayika wî wek "Propagandaya rêxistinê" hatiye hesibandin. Parvekirinên Tekîn û her du keyayên din wek "Propagandaya rêxistinê" hatin ehsibandin û di 9'ê Çileyê de ji aliyê Qaymeqamê Bismilê Turgay Gulenç ve ji peywirê hatin girtin. Li şûna keyayan, aza hatin tayînkirin. WÊNEYÊ DEMÎRTAŞ WEK DELÎLA SÛCÎ HAT HESIBANDIN Mehmet Bayindir ê nêzî 10 sala ye Keyayê Taxa Sanayiyê ye, li muduriyeta polîsan jî heman pirs jê hatin pirsîn. Ji Bayindir jî wêneyê Mele Evdilayê Timoqî (Abdullah Begik) ê tevî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kişandiye û her wiha wêneyê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş ku kiribû wêneyê profîlê yê hesabê xwe yê civaka medyayî hat pirsîn. Bayindir ê ji peywirê hat girtin dest nîşan kir ku, li Tirkiyeyê ne edlate û ne jî azadî heye. Bayindir got, piraniya parvekirinên wî yên dema pêvajoya aştiyê ne û anî ziman ku, nayê qebûlkirin ku ev wek sûc bên hesibandin. QEYÛM TAYÎNÎ KEYAYAN JÎ HAT KIRIN Alaattin Tekin ê ji peywirê hat dûrxistin jî got, vîna gel di ser her tiştî re ye û anî ziman ku, kesên bi hilbijartinê hatine ancax bi hilbijartinê dikarin ji peywirê bên wergirtin. Tekîn got, Serokomar Erdogan her hefte keyayan vedixwîne Qesrê û dibêje, 'Keya di ser her re ne", lê belê ne wisa ye û dest nîşan kir ku, bêyî sûcekî wan hebe ji peywirê hatine wergirtin û wiha axivî: "Li herêmê derhuqûqiyeke zêde heye. Qaymeqam gazî me kir. Paşê jî em ji peywirê girtin û li şûna me aza tayîn kirin. Qeyûm tayînî cihê me kirin. Em di pêvajoya OHAL'ê de ne. Ji ber huqûq tune ye, em nikarin li mafên xwe jî bipirsin." Aziz Oruç-Dîhaber