Şanoya Bajêr a Amedê cihwarê xwe guherand! 2017-01-13 09:39:52 AMED- Lîtikvanên Şanoya Bajêr a Amedê yên ji aliyê qeyûm ve ji kar hatin derxistin diyar kirin ku, şano cihwarê xwe guherandiye, dê bêyî di bin banê şaredariyê de be xebatên xwe bi rê ve bibe. Lîtikvanên Şanoya Bajêr a Amedê ya di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de fealiyetên xwe bi rê ve dibir, ji aliyê qeyûm ve peymana wan nehat nûkirin û ji kar hatibûn derxistin. Hevderhênerê Şanoya Bajêr a Amedê Elvan Koçer û şanoger Hamdusena Ozbey gotin, derxitina wan a ji kar ji pirgirêkeke îstihdamê wirdetir, êrîşeke li dijî fealiyetên çandî ye. ‘BÊYÎ LISTIKA XWE YA EWIL BIDIM PÊŞANDAN NÇM HAT GIRTIN' Koçer got, wê li Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) dest bi şanoyê kiriye û diyar kir ku, di salên destpêkê yên NÇM'ê de malbat wek kreşekê be zarokên xwe dianîn NÇM'ê û wiha got: "Min temaşeyî lîstikan dikir. Min lîstika ewil li Şanoya Bajêr temaşe kir. Min li NÇM'ê dest pê kir, piştî demekê min perwedehî wergirt. Di dema xebatên lîstikekê de, bêyî lîstik bê pêşandan NÇM hat girtin. Dîsa di heman pêvajoyan re derbas dibim. Dema NÇM hat girtin, 13-14 salî bûm, ji bo min şano neqediya bereksê wê nû dest pê kir. Ji wê demê ve min biryar dabû." Koçer bi bîr xist ku, di serdema Partiya Refahê de Şanoya Bajêr hat girtin, paşê dema partiyên siyasî yên DBP şopdarê wan e rêveberiyên herêmî bi dest xistin, xebatakar anîn gel hev û got, niha jî bi heman ferasetê dîsa şano hat girtin. JI BEŞA BIYOLOJIYÊ BER BI DIKÊ VE Şanoger Hamdusena Ozbey jî ji zarokatiya xwe ve dest bi şanoyê kiriye. Ozbey diyar kir ku, ew di salên xwe yî zanîngehê de daxilî yekeyên şanoyê bûye û wiha domand: "Dema dibistan qediya, min got dikarim çi bikim. Mezûnê biyolojiyê me, lê min ferq kir ku, tu eleqeya min bi vê beşê re tune ye. A rast, dema mirov dest bi zanîngehê dike tiştekî hilnabijêre, tiştekî ku te beralî bike tune ye. Di 7 salên zanîngehê de bi hunerê re bilî bûm. Dema xwendekar bûm, ewil di atolyeya sînemayê ya şaredariyê de, paşê jî dema atolyeya îanoyê vebû daxilî wê bûm. Paşê, bi qasî 2 salan pêvajoyeke perwerdehiyê dest pê kir." Ozbey diyar kir ku, wî di 2010'an de li Şanoya Bajêr a Amedê tenê repotuara xwe ji bo lîstikên kurdî veqetandiye û li vir dest bi akr kiriye. BI ZÊMAREKE KURDÎ LÎSTIK HAT QEDEXEKIRIN Elvan Koçer wiha behsa xebatên xwe yên li Şanoya Bajêr a Amedê dike: "Em ferdên civaka kurd in. Bi salan ziman û çanda vê civakê rastî tunekirinê hatiye. Ziman heyîna civakê ye û civakê j civakeke din cihê dike. Di şanoyên bajêr de di lîstika Mahmûd û Yezîda de ji ber zêmareke çend hevokî hebû, lîstik hatibû qedexekirin. Paşê şanoya du zimanî çêkir, paşê tenê bi kurdî. Ji bo dewlemendkirina şanoya kurdî, pêşbirkên nivîsandina şanoyên kurdî hatin lidaxistin. Ev ji bo kesênc iwan zemînek bû, her sal Şahiya Şanoyê ya Di Navbera Lîseyan De dihat lidarxistin. Ev avahiyeke ku têkiliyên wê yên navnetewî hebûn. Hunera kurd digihand Ewropayê. Ev biryar, li dijî zimanê kurdî, zimanê îktîdarê yê heyî jî dide der. JI HAMLET HETA MEM Û ZÎNÊ... Hamlet bi kurdî hat pêşandan, lîstikên wek Hamletê promiyera cîhanê kirin. Mem û Zîn şaniya cihwariyî bû û bi awayekî muzîkal hat pêşandan. Me biryar dabû ku em ê her sal destaneke kurdî bikin şano berpêş bikin. Bi derhênerên navnetewî re xebat hatin kirin, xebatên hevapar hatin kirin. Her sal 50 kes serî li atolyeyê dide û me bi 13 xwendekaran re lîstikek da pêşandan. Şanoya Bajêr a Amedê dînamoya herêmê bû." Koçer dest nîşan kir ku, piştî qeyûm hatiye tayînkirin wan zanibûye ew ê bi feraseteke wisa re nexebitin û got, ji xwe ew jî bi feraseteke ku vîna gel xesp kiriye re naxebitin û wiha domand: "Dema qeyûm hat pêşî mudaxileyî rêziknameya me kir. Lijneyeke me ya repertuvarê hebû. Xwestin vê fesix bikin û lijneyeke ku dê lîstikên wêjeyî bilîze diyar bikin. Kesên eleqeya wan bi şanoyê re tune bûn, di lijneyê de cih girtin. Gerînendeyê hat tayînkirin, di jiyana xwe de lîstikek jî temaşe nekiriye. diyar bû dê ew lijne jî lîstkan diyar neke, lê dê li gor fermana jorê tevbigerin. Ji xwe me nikaribû di şert û mercên wisa bixebite." Koçer diyar kir ku, mesele ne meselaya kar e û wiha domand: "Ez wek Şanoya Bajêr hat girtin nanirxînim. Şaredariya Bajêr a Amedê ji bin banê şaredariyê derket, cihwar guherand. Dê xebatên xwe li cihekî din bidomîne. Lêgerîneke me ya nû heye. Her çi qas eywaneke me ya ewqasî mezin tune be jî, em ê xwe bigihînin temaşevanan. Em ê tûrneyên xwe bidomînin." Koçer wiha behsa xebatên wan ên dawî kirin: "Provayên lîstika Qirixê temam bûn. Firat Anli provayên dawî temaşe kirin û paşê hat binçavkirin. Lîstikeke yekesî ya stendapê Dawiya Dawî heye. Provayên lîstika "Wê Neyê Dayîn, Em Nadin" ya Dairo Fo dest pê kiribûn." ‘EM Ê DUBARE LI DIKÊ BIN' Ozbey jî wiha got: "Pêvajoya em tê de ne ji ya salên 90'î xerabtir e. Dê şanoya kurdî li dijî her çewisandinan derkeve û hêzeke wê ya wisa jî heye. Wisa difikirim em ê bi motîvasyoneke mezin jid erheqê vê pêvajoyê derkevin. Pêşnûmayên amadekirî hene. Di rojên pêş de dema pirsgirêka cihwar bê çareserkirin û em ê dubare li ser dikê bin." Dicle Muftuoglu- Dîhaber