Aktivîstê Aştiyê Savda: Bingeha hemû pirsgirêkan ji ber şerê bi kurdan re ye 2017-01-13 09:46:07 ENQERE - Nivîskar û parêzvanê mafên mirovan Halil Savda got, dewlet ji ber şerê li dijî kurdan, hem di polîtîkaya derve de rastî windahiyan û hem jî rastî pirgirêkên cidî tê. Savda dest nîşan kir ku, dê yekîtiya kurdan xizmeta îstikrara Tirkiye, Sûriye û Iraqê bike. Nivîskar û AKtivîstê Aştiyê Halil Savda, têkildarî rewşa şerê li Rojhilata Navîn, geşedanên siyasî yên kurdan ji dîhaberê re axivî. ‘LI TIRKIYEYÊ SELEFÎTÎ REHÊN XWE VEDIDE' Savda diyar kir ku, bandorên hilweşîner ên şerê li Rojhilata Navîn li Tirkiyeyê jî tên dîtin û wiha behsa behsa encamên ku dê ev hilweşînerî bi xwe re bîne kir: “Li Tirkiyeyê 6 mehan şerê nav bajaran qewimî. Ev saleke her roj bombe diteqin, tundbûyîna olî û etnîkî zêde dibe. Selefîtiya wek ya li Sûriye û Iraqê di nav misilmanên li Tirkiyeyê jî rehên xwe vedide. Saziyên fermî yênd ewletê dibêjin, ji 2010'an heta niha 2 hezar ciwan tevlî rêxistinên îslamî yên radîkal ên li Iraq û Sûriyeyê bûne. Lê ez dibêm hejmar ji vê zêdetir e. Dîsa, li gel vê ciwanên ku ji Tirkiyeyê diçin tevlî rêxistinên wek El Nûsra ku berdewamiya DAIŞ û EL Kaîdeyê ne dibin." ‘DI 6 SALÊN DAWÎ DE POLÎTÎKAYA DERVE YA TIRKIYEYÊ TAM HEZÎMET E' Savda anî ziman ku, serdema pevçûnî polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê rûxandiye û dest nîşan kir ku, ji ber şerê li hudnur Tirkiye di polîtîkaya derve de rastî hezîmetekê hatiye. ‘KURDÊN SÛRIYEYÊ BI AWAYEKÎ FIÎLÎ XWEDÎ STATU NE' Savda diyar kir ku, di şerê Sûriyeyê de bi taybetî kurdên Rojavayê destkeftiyên girîng bi dest xistine û got, piştî Esad, li herêmê hêza herî çalak a kurda ye. Savda dest nîşan kir ku, kurdan bi awayekî zêde herêma xwe xistine bin venêriya xwe û veguherandina herêma herî biîstîkrara a Sûriyeyê û wiha axivî: "Di qada navnetewî de rewabûnên kurdan hene û ev her diçe zêde dibe. DYA cara ewil e ku got, di vê di çareseriya Sûriyeyê de PYD jî li ser maseyê be. Ev rewşeke nû ye û ji bo kurdan girîng e. Em ê bandorên vê di rojên pêş de bibînin." ‘YEKÎTÎ JI BO BERJEWANDIYÊN KURDAN E' Savda balê kişand ser rewşa têkilî û pevçûnên di nav kurdan de û got, ew di nav kurdan de îhtimala pevçûnê nabîne û anî ziman ku, ji bo aştî û îstikrara herêmê, divê kurd siyaseta yekîtiyê bi rê ve bibin. Savda wiha axivî: "Di nav kurdan de yekîtî bi pêş dikeve. Ji bo îstikrar, aştî û demokratîkbûyîna herêmê yekîtî dê berjewandiya kurdan be. Li ser vî asasî dê yekîtiya kurdan xizmeta îstikrara Tirkiye, Sûriye û Iraqê jî bike." Selami Aslan - Dîhaber