Demhatê biçûk ji ber xemsariya bijîşkan astengdar bû 2017-01-13 10:11:16 ŞIRNEX - Demhatê biçûk ê li Cizîrê di qedexeyê de agir bi mala wan ket û bedena wî şewitî, seqet ma. Demhat ku birîndar bû, ji ber xemsariya bijîşkan nehat dermankirin û dê heya dawiya emrê xwe astengdar be. Demhat Toga yê 2 salî di qedexeya 14'ê kanûna 2015’an li navçeya Cizîra Şirnexê hatî îlankirin de birîndar bibû. Piştî ku qedexe li navçeyê hat îlankirin dayîka 5 zarokan Yeter Toga û zarokên xwe ji taxa Cudî ne derketin û li ber xwe dan. Mala Toga ji aliyê tangên ku li taxa Cûdî hatîn bi 2015’an bicihkirin ve hat topbarankirin û agir bi mala Toga ket. Piştî agir bi malê ket Toga zarokên xwe yên mezin ji malê derxistin. Demhatê biçûk di dergûşê de ma û dest û rûyê wî şewitî. BIRÎNÊN DEMHAT NEHATIN DERMANKIRIN Bi qedexeyê re hêzên dewletê hemû bijîşkên herêmê ji nexweşxaneyê derxistin û bijîşkên Gatayê anîn bi cih kirin. Hêzên dewletê bi gelek wesayîtên zirxî û tîmên taybet nexweşxane dorpêç kirin û destûr nedan ku tu kesê sivîl li nexweşxaneyê were dermankirin. Dayîka Demhat bi saetan benda mudaxaleya bijîşkan revestand. Lê Demhatê biçûk li nexweşxaneyê nehat derbankirin û serbîjîşk Serdar Monîs destûr neda ku tu bijîşk mudaxaleyê birînên Demhatê biçûk bikin û ji diya Demhat re got 'Here tu li ku derman dikî bike'. Dayîka Demhat, Yeter Toga ji bo ku kurê xwe bibe derveyî bejêr nexweşxaneyekê ji bijîşkan sewq xwast lê bijîşkên di bin emrê hêzên dewletê de ew daxwaza Toga pêk neanî. Toga bi derfetên xwe wesayîtek girt û kete rêya Şirnexê hîn Toga ji bajêr derneketî hêzên taybet rêya Toga û Demhatê biçûk girtin. Bi seatan birînên Demhatê biçûk benda dermankirinê man. Birînên demhat yên şûna şewatê zûha bûn. Piştî saetan Toga kurê xwe gihand nexweşxaneya dewletê a Şirnexê û mudaxaleya destpêkê hat kirin. TILIYÊN BIÇÛK 9 CARAN HATIN EMELIYATKIRIN Piştî mudaxaleya birînên şewatê ji ber ku derfetên nexweşxaneyên ên emeliyatê nebûn bijîşkan Demhatê biçûk sewqî nexweşxaneya Rihayê kirin. Demhatê biçûk 3 mehan ma beşa lezgîn a lênêrînê de. Ji ber ku birînên Demhat nehatibûn dermankirin di heman demê de Demhatê biçûk her pênç tiliyên xwe yên destê rastê winda kir. Dîsa ji ber ku Demhat nehat dermankirin xetên şewatê li rûyê wî û destê wî jî man. Demhatê biçûk heya niha 9 emeliyatên giran li Nexweşxaneya Enqere a Dişkapiyê derbas kirine. Lê hêj tu pêşketin di destê Demhat de ne çêbûne. ŞOPÊN ZILMÊ LI SER RÛYÊ DEMHATÊ BIÇÛK MAN Bijîşkan 2 sal ji bo ku Demhat bikaribe bi destê xwe kevçî girtinê dem daye û hêj jî ew ê were emeliyatkirin. Bijîşkan ji malbatê re jî got "ger tiliyên Demhat demekî bi emeliyatan çêbe jî herî zêde dikare 3 kîloyan hilbigire. Dayîka Demhatê biçûk ji bo ku îltihap destê wî negire her roj destê kurê xwe derman dike. Dema destê Demhat ji bo pasomanê tê wekirin destê xwe nîşanê xwîşkên xwe dide û ji bo ku xwîşkên wî bitirsin dû wan de dibeze. Demhat car car destê xwe dinêre û dikene. Diyar e ku hêj Demhat fam nake ku destek wî seqet maye û ew ê bi şopên zaliman heya dawiya emrê xwe bijî. TENÊ LAWIKÊ MALÊ DEMHAT E Dema mirov diçe mala Demhatê biçûk weke her zarokekî dibeze pêşiya mirov û bi coşa xwe ya zarokatî xwe dihelavêje û destê xwe yê pasomankirî jî nîşanê mirov dide. Demhatê biçûk zarokek pir bi aqil e û jîr e. Demhat zarokê malê yê 5'emîn e û lawikê malê tenê ew e. Ji ber wê jî ji aliyê malbatê ve pir tê heskirin. HEM KUR ŞEWÊTÎ HEM JÎ MAL Li gel Demhatê biçûk mala malbatê jî şewitî. Bavê Demhat ajokariyê dike ji ber tedawiya kurê xwe êdî nikare ajokariyê jî bike. Ji ber ku tedawiya Demhatê biçûk zêde mesref e û zêde pere dixwaze êdî zêde derfetê malbatê nîne ku kurê xwe her meh bibin Enqere. Malbat Demhat benda alîkariya kesên dildar û hestiyar in. Zozan Fendîk - dihaber