Kaşan: Dixwazin 100 salên li pêş me jî bidizin 2016-11-19 09:26:55 AMED – Jinên kurd ên ji bo bi rêxistinên jinan ên li Tirkiye û cîhanê werin gel hev amadekariyan dikin, wê êrîşên li dijî jinê nîqaş bikin. Endama KJA'Yê Fatma Kaşan anî ziman ku, zêdebûyîna êrîşên li dijî jinan tenê ne pirsgirêka herêmekê ye, pirsgirêkeke gerdûnî ye û wiha got: “Yên vê dikin dixwazin 100 salên pêşiya bidizin.” Kongreya Jinên Azad (KJA) a ku di sala 2015’an de hat avakirin û çend roj berê hat girtin, wê di 20’ê mijdarê de di bin banê Meclîsa Jinan a DBP’ê de hevdîtineke jinan li dar bixe. Di encama nîqaşên bi hemû endamên KJA’yê û hevgirên wê re de jin niha bi dirûşmeya “Têkoşîna me tu carî nikare bê mohrkirin” wek Meclîsa Jinan a DBP’ê madekariyên ku bi hemû rêxistinên jinan re bi piştevaniyê bê tevgerîn dikin. Roja berê teklîfa qanûna “kesên sûcên îstîsmara zayendî dikin, heke bi kesê mexdûr re bizewicin wê ceza negirin” di meclîsê re derbas bû û ev teklîf asta êrîşên li dijî jinan zêde dike. Têkildarî hevdîtina jinan û vê pêşnûmaya qanûnê endama KJA ya hat girtin Fatma Kaşan axivî û ji bo têkoşîneke hevpar bang li hemû jinan kir. ‘DIXWAZIN BI ÊRÎŞÊN DIJWAR JINÊ BITEPISÎNIN’ Kaşan anî ziman ku, bi geşedanên demîên dawî yên li Tirkiyeyê pêk tên, hikûmeta heyî dixwaze bi van re netew-dewleta tund di bereka faşîzmeke nû de xelas bike û got, ji bo avakirina sed sala pêş êrîşkariyeke civakî li holê heye. Kaşan wiha axivî: “Ji ber vê hêzên tund, hêza mêrî ji nû ve tê rêxistinkirin û wan berdidin qadê. Ev bi rêya tarîkatan tê kirin, di ser hêzên mîlîtarîst re tên kirin. . Dixwazin jinê bi êrîşên tund bitepisînin. Girtina KJA û girtina hevgirên wê bi vê rastiyê re têkildar e.” Kaşan balê kişand ser tayînkirina qeyûman, hedefgirtina hevserokan, operasyonên qirkirina siyasî, girtina saziyên civakî yên jinan û wiha got: “Em van girtinan wek perçeyekî êrîşên giştî nabînin. Bereksê wê, ji bo êrîşên polîtîk bigihêjin armanca xwe pêşî dixwazin tevgera jinê bê çewisandin, tepisandin û tasfiyekirin.” ‘WÊ JIN DESTÛRÊ BIDIN VÊ?’ Kaşan a ku got, ‘Yên vê dikin dixwazin 100 salên li pêşiya me bidin. Dixwazin mudaxileyî sedsala 21’ekemîn a li ser asasê rizgariya jinê, azadiya jinê ye bikin” û dest nîşan kir ku, ji ber vê ew êrîşa heyî wek êrîşên serdemî nabînin. Kaşan wiha got: “Dibe ku sedsala 21’ekemîn bi me bidin winda kirin. Neyt û armnca wan vê îfade dike. Gel oma wê jinên xwediyê têkoşîneke 40 salî ne destûra vê bidin? Helbet wê destûrê nedin. Lê belê, di vî warî de ji bo tevgerên jinan ên Tirkiye û cîhanê bangeke me heye. Ev êrîşên heyî ne pirsgirêka herêmekê ne. Ev êrîşeke gerdûnî ye. Êrîşeke ku wê çarenûsa hemû jinên li cîhanê diyar bike îfade dike. Ji ber vê yekê, divê hemû tevgerên jinê yên cîhanê pêşbîniya xwe yî cîhanê di Rojhilata Navîn de bibînin û li hemberî vê divê piştevaniyeke gerdûnî derxin pêş.” ‘EM Ê TÊKOŞÎNA JINÊ BI XEBATÊN RÊXISTINIYÎ BIMEŞÎNIN’ Kaşan wiha axivî: “Em li avahî, komeleykê nayên ragirtin. Ji bo me her qad her meydan, qada têkoşîna jinê ye. Heke li dijî van amûran bêerkbûyînek hebe, me jî biryara qadên nû yê têkoşînê û zexmkirina têkoşîna jinê da. Di vî warî de me nîqaş kirin. Di encama pêşniyara Meclîsa Jinê ya DBP’ê de, me biryara piştevaniya hemû saziyên jinan û hatina gel hev da û li dijî êrîşên arasteyî jinê me pirsgirêkên xwe nîqaş kirin. Ji bo, em ê çawa li dijî vana têbikoşin me hevdîtinek pêk anî. Di vê çarçoveyê de me biryara ku em ê di 20’ê mijdarê de werin gel hev da. Me ji rêxistinên jinan ên Tirkiye ûû cîhanê hevalên jin vexwandin. Em ê di warê, çawa têkoşîna jinê bi rêxistin bikin, de xebatekê bimeşînn.” ‘EV TEKLÎFA QANÛNÎ TEKANE MÎNAKA QETLÎAM Û QIRKIRINÊ YE’ Ji aliyê AKP’ê ve teklîfa qanûna “kesên sûcên îstîsmara zayendî dikin, heke bi kesê mexdûr re bizewicin wê ceza negirin” berpêşî Meclîsê hat kirin û di Lijneya Giştî ya Meclîsê de bi dengên AKP’ê hat qebûlkirin. Pêşnûmaya ku CHP û MHP li dijî wê derketin, du di tûrên deng dayînê de piştî hejmara 184 dengan nehat wergirtin, hevdîtina pêşnûmayê taloqê roja sêşemê hat kirin. Kaşan balê kişand ser vê pêşnûmayê jî û got, ev pêşnûma wehşeta li dijî jinê ye. li dijî jinê tekane mînaka qetlîam û qirkirinê ye. Kaşan wiha domand: “Ji vê wirdetir, wehşet tune ye. Li dijî jinê tekane mînaka qetlîam û qirkirinê ye. Ev kuştin û qirkirina fîzîkî ya carinan li dijî jinê pêk tê, girantir e. Bi vê qanûnê re li dijî jina ciwan rêya tecawizê vedike. Tahrîbata ku dê ev di cîhana hestî zarokekî çê bike, bi tu awayî nayê îfadekirin. Ev komkujiyeke ruhî ye. Em vê wehîm dibînin. Dema teklîfa vê qanûna hat meclîsê şîroveya me yî ewilîn ev bû. Ji xwe ji ber vê saziyên jinan hatin girtin.” Kaşan herî dawî diyar kir ku, ew ê di vê çarçoveyê de hevdîtinên xwe yî jinan pêk bînin û em ê zarokên xwe ji vê rewşê rizgar bikin.