Polîsan bi ser Şaredariya Bêgirê de girtin: 16 kes hatin binçavkirin 2017-01-13 10:37:44 WAN - Polîsan bi operasyonekê biser Şaredariya Bêgirê û malan de girt û yek jê zarok 16 kes hatin binçavkirin. Polîsan di saetên serê sibê de bi ser Şaredariya Bêgira Wanê de girtin. Di dema serdegirtinê de polîsan oda Hevşaredar Dr. Mehmet Alî Tunç lêgerînek hûr pêk anîn. Polîsan bi ser mal Hevşaredar a li Bêgiriyê û Erdîşê de girtin û piştî mal tevlî hev kirin veqetiyan. Di serdegirtinên malan ên heman wextî de kesên di Firana Nan a Gel a girêdayî şaredariyê ye Ercan Akkuş, Ercan Dîlmaç, Mesut Yilmaz, zarokê 15 salî H.K., endamê meclîsa şaredariyê Turan Tunç, Nesîm Solmaz, Dogan Başak, Ekrem Karagule, Hevserokê DBP’ê yê Bêgirê Mehmet Kaplan, welatiyên bi navê Halîl Guler, Kemal Karagule, Bahattîn Karagule, Yusuf Karagule û 3 welsatiyên navê wan ne hat zanîn hatin binçavkirin. Derbarê hinceta binçavkirina welatiyan de tu zanînek nehat bidestxistin û 16 kesên hatin binçavkriin birin Midûryeta Polîsan a navçeyê.