Baluken: Cîhê ku ez lê bim Meclîs e ne girtîgeh e 2017-01-13 10:59:30 AMED - Serokwekîlê Koma HDP'ê û Endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Baluken, îfade da Serdozgeriya Komarê û got: "Niha cihê ku ez lê ne girtîgeh e. Divê ez li meclîsê ku pêşeroja Tirkiye tê diyar kirin bim." Serokwekîlê Koma HDP'ê û Endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Baluken, ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê bi riya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştina dozê bû û îfade da. Baluken îfade da dozgerê ku lêpirsînê dide û wiha got: "Li gorî Qanûna Bingehîn ez ne tenê wekîlê Amedê wekîlê hemû gelê Tirkiye me. Nûnertiya hemû Tirkiye dikim. Ji ber vê yekê li Meclîsê xebatên zagonsaziyê li meclîsê dimeşînim. Divê îdîayên der barê min de di çarçoveya xebatên qanûnçêkirinê de cih bigirin. Ji ber ku hêj destnedayîna min didome û ez girtî me, girtina min sûcê Qanûna Bingehîn e. Îktîdara siyasî ya niha li gorî rêziknameya meclîsê sûc dike û li dijî Qanûna Bingehîn tev digere. Destnedayîna min hêj didome. Ji ber vê yekê girtina min neheqî û bêhiqûqî ye. GIRTINA MIN NE ZAGONÎ SIYASÎ YE Baluken, destnîşan kir ku li gorî zagonan girtina wî ne zagonî siyasî ye û wiha got: "Îktîdara siyasî li dijî me û partiya me cudakariyê pêş dixe. Em ji xebatên meclîsê hatine dûrxistin. Niha niqaşên pêşeroja Tirkiye li meclîsê tên kirin.Ji ber vê yekê cihê ku niha divê ez li meclîsê tev li van niqaşan bibim. Cihê min Meclîsa Tirkiye ye. Niha di guhertinên qanuna bingehîn de mafên min ên dengdayînê tê îhlalkirin. Ji ber vê yekê divê ev bê hiqûqî di ber çavan re bê derbaskirn. " 'BERTEKA LI DIJÎ ZAGONAN NE ŞAŞ E' Baluken, da zanîn ku di qedexeya Navçeya Farqînê de Tirkiye li dijî peymanên navneteweyî tev geriya û wiha got: “Di qedexeya Navçeya Farqînê de hemû nifûs ket bin bandorê mafê hemû nifûsê hat îhlalkirin. Mafê tenduristiyê, mafê seyehat û perwerdehiyê hat binpêkirin. Gelek mafên mirovan ên Qanûna Bingehîn dixe bin parastinê hatin îhlalkirin. Ev rewş di serdemên Rêveberiya Awarte de jî nehatiye dîtin. Bi rojan û hefteyan vê rewşê berdewam kir. Me diyar kir ku walî ne xwedî erkek bi vî rengî ye. Biryara TMME ya tedbîrê heye. Divê hemû peymanên navneteweyî bên lekolînkirin. ‘DIVÊ SÛC DI ÊRÎŞA POLÎSAN DE BÊ LÊGERÎN’ Baluken, bi bîrxist ku wî gelek telefon derbarê maxduryet û binpêkinên mafê mirovan ên di dema qedexey ali Farqînê de girtine û wiha got: “Wekî parlamenterên hatine hilbijartin me ragihand ku gelê Farqînê ji ber hemû astengiyan hatine mexdûrkirin û tu ewlehiya can û malê wan ne maye. Ji ber peywira min a parlamenterê Amedê astengiyên ku gelê me jiyana ji bo derxînim holê, ev pêkanînên ku dihizirim bêhiqûqî ne û ji bo wan lêkolîn bikim çûm Farqînê. Tiştek ji vê xwezayîtir tune ye. Em bi heyeta ji endamên MYK’ê yên partiya me, komeleyên mafê mirovan, baro û saziyên civaka sivîl pêktê çûn Farqînê. Di nava vê demê de Parlamentera Êlihê Ayşe Acar, Parlamentere Amedê Nursel Aydogan û Parlamentera berê ya Êlihê Ayla Akad Ata bi telefonê xwe gihandin me û gotin li nava taxê asê mane, li bin gulebaranê de ne û dibe bên kuştin. Wê demê min ji rayedarên dewletê re gelek telefon kirin. Ji bo em bala raya giştî bikişînin û hestiyariye ava bikin ez tevlî meşên diçin Farqînê bûm. Di van meşan de tu bûyerên şîdetê ne hatin jiyîn. Min êrîşên polîsan ên bi gaz û ava şit a li dijî gel dît. Ez jî rastî wan êrîşan hatim. Ger li sûc tê gerîn divê di êrîşa polîsan a li dijî parlamenterekî ku destnedayîna wî heye de bê gerîn. Piştî van êrîşan min bi Wezîrê Karê Hundir, Musteşarê Ewlehiya Civakê û Qeymeqamê Farqînê re gelek hevdîtin pêk anîn û ji bo kesek ne mire min hewldan kir.” PAŞEROJA LÊPIRSÎNÊ Îdrîs Baluken, bi heyeta ji Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, parlameneterên HDP’ê Huda Kaya, Saadet Becereklî, Ertugrul Kurkçu, Ahmet Yildirim, Feleknas Uca, Mehmet Alî Aslan ve Çaglar Demîrel pêk tê re di 12-13’ê Cotmeha 2015’an de çûn navçeya Farqîna Amedê ku qedexe lê domdikir û li taxên qedexe lêkolîn kirin. Parlamenterên HDP’ê ku rastî êrîşa polîs û leşkeran hatin, bi bombeyên gazê, ava şit û guleyên rast polîsan êrîşî parlamenter û gelê navçeyê kirin. Di dema êrîşê de qabsula bombeya gazê ya polîsan avêt li serê Yuksekdag ket û ji mirinê filîtî bû. Di dema êrîşê de ji ber ava şit a ji TOMA’yê hatibû avêtin parlamenter jî şil bûbûn. Derbarê Baluker û 7 parlamenterên ku bertek nîşanî polîsan dan, ji aliyê serdozgeriya Komarê ya Amedê ve lêpirsîn hatibû destpêkirin. Dozgeriyê derbarê parlamenterên HDP’ê de fezleke amade kir û ji Wezîrê Dadê re şand. Piştî destnedayîna parlamenteran hat rakirin, fezlekeyên derbarê parlamenteran de hatin amadekirin ji dozgerên lêpirsînê dimeşînin re paşde hatin şandin û lêpirsîn hatibû destpêkirin.