Walî 15 rojan çoltarên Semsûrê qedexe kir 2017-01-13 11:34:52 SEMSÛR - Waliyê Semsûrê li herêmên Komir, Yazibaşi, Akçali, Çamyurdu, Oluklu û Koçalî 15 rojan wekî "Herêmên Ewlehiya Taybet" ilan kir. Walîtiya Semsûrê li herêmên Komir, Yazibaşi, Akçali, Çamyurdu, Oluklu û Koçali yên dikevin sînorê Fermandariya Cendirmeyan ji bo 15 rojan wekî "Herêma Ewlehiya Taybet" îlan kir. Walîtiye di daxuyaniya nivîskî de anî ziman ku herêmên navborî di navbera 12'ê Çile û 26'ê Çileya 2017'an de heta 15 rojan wekî "Herêma Ewlehiya Taybet" hatiye îlankirin.