Hevşaredarên Nisêbînê hatin binçavkirin 2017-01-13 15:29:38 MÊRDÎN - Hevşaredarên Nisêbînê Cengîz Kok û Sara Kaya yên ku ji peywirê hatin girtin û qeyûm li şûna wan hatin bicihkirin û 9 kes hatin binçavkirin. Polîsan di saetên sibê de bi ser gelek malên li gund û naçeya Nisêbînê ya Mêrdînê de girtin. Kesên ku di nava wan de Hevşaredarên Nisêbînê Cengîz Kok û Sara Kaya yên ku ji peywirê hatin girtin û qeyûm li şûna wan hatin bicihkirin jî hene, Serokê Seyît-der a bi KHK’ê hat girtin Abdullah Ongun, Heserokê DBP’ê yê navçeyê Sîraç Dînç, Suleyman Akin, rêvebirê DBP’ê Abdullah Yilmaz û welatiyên bi navê Cevdet Akat û Îsmet Akat ên ji gundê Tepeustu yê ne hatin binçavkirin. Piştî lêgerîna li malan 8 kesên ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbîne di kontrola tendirûsiyê re derbas kirin birin Midûryeta Polîsan a navçeyê. Lêgerîna li navçe û gundan didome. ŞIRNEX Hêj karên 28 kesên ku di 10’ê Çileyê li taxên Sûr, Cudî, Yafes û konak ên navçeya Cizîra Şirnexê hatin binçavkirin li midûryeta polîsan didome. Welatiyên ku ji ber hinceta li ser dosyayên wan biryara veşartiye heye hinceta binçavkirina wan nehat zanîn hat zanîn hike birine Midûryeta Îdîl û ya navçeyê. Li gorî agahiyên ji parêzeran hatine girtin, welatî dê roja Duşema pêşiya me sewqî dadgehê bên kirin.