Elewiyan gilî kirin 2017-01-13 15:58:04 STENBOL - Federasyona Elewiyan, têkildarî gefên ku di medyaya civakî de li dijî wan hat belavkirin gilî kirin. Federasyona Komeleyên Elewî, Federasyona Vakifên Elewî, Federasyona Bektaşiyên Elewî têkildarî gefên ku di medyaya civakî de li dijî wan wan hatiye belavkirin gilî kirin. Federasyonên Elewiyan der barê Hindekarê Zanîngeha Alparslan a Mûşê Abdulkadir Şen ku di qanalek tv de têkildarî elewiyan axivî û gef li wan xwar û Serokê Komeleya Turkmen Alevi-Bektaşî Ozdemir Ozdemir de gilî kirin. Federasyona Elewiyan daxwazname dan Dozgerê Komarê yê Stenbolê u xwestin Abdulkadir Şen û Ozdemir Ozdemir bên cezakirin.