Li Zeytînburnuyê avahiyek hilweşiya 2017-01-13 17:02:39 STENBOL - Li Zeytînburnuyê avahiyek hilweşiya. Gelek ambulans şandin cihê bûyerê. Hat diyarkirin ku gelek kes dı bin xirabeyên avahiyê de mane û kesek jî jiyana xwe ji dest daye. Li Zeytînburnuyê avahiyek hilweşiya. Gelek ambulans şandin cihê bûyerê. Hat diyarkirin ku avahî 7 qate û ji 56 daîreyan pêk tê. Hat dîtin ku heta niha ji bin xirabeyên avahiyê 2 kesên birîndar hatine derxistin. Hat diyarkirin ku, di bûyerê de kesekî jiyana xwe ji dest daye. SALEKE HATIYE TAHLIYEKIRIN Serokê Şaredariya Zeytînbûrnûyê Murat Aydin, di weşana zindî de têkildarî mijarê agahî dan û diyar kir ku, avahî ji 24'ê Kanûna 2015'an ve hatiye valakirin. Murat Aydin wiha axivî: "Avahî di 1993'yan de hatiye çêkirin, di 1997'an de îskana wê hatiye dayîn. Ji 56 daîre û 3 dikanan pêk tê. Der barê avahiyê de me hin tişt bihîstibûn. Me salek berê, di 24'ê Kanûna 2015'an de avahî tahliye kiriye. Ew pêvajo jî pêvajoyeke zehmet û, di dema tahliyekirinê de jî em rastî tengasiyan hatibûn. Xwedêkirî me tahliye kiriye an jê dê felaketa çêbibûna."