Serwîsa dibistanê qeza kir: 8 birîndar 2017-01-13 17:25:06 WAN - Li Ebexê, wesayîta xwendekaran gindirî şerampolê. 8 xwendekar birîndar bûn. Li navçeya Ebexê ya Wanê, serwîsa dibistanê qeza kir û di encama qezayê de 8 xwendekar birîndar bûn. Serwîsa dibistanê, ya xwendekarên Dibistana Navîn a Direkliyê vediguhast, li nêxî Gundê Hespê Reşê gindirî şerampolê. 8 xwendekarên di encama qezayê de birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ebexê. Piştî mudaxileya ewil, xwendekar sewqî navçeya Bêgir û Wanê hatin kirin.