‘Bila qoltix ên wan bin, lê ev xak û kuçe yên me ne’ 2016-11-19 09:32:27 WAN- Waniyên ku li dijî girtina Hevşaredar Bekîr Kaya û tayînkirina qeyûm bertek nîşan dan gotin: “Bila qoltix ên wan bin, lê ev xak û kuçe yên me ne.” Piştî Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bekîr Kaya hat girtin û li şûna wî waliyê bajêr Îbrahîm Taşyapan wek qeyûm hat tayînkirin, waniyan bertek nîşan da û gotin: “Bila ew bi zora çekê bistînin, em dizanin em ê çawa bistînin.” Ji welatiyan Besê Koçak diyar kir ku, vîna gelê kurd hatiye xespkirin û dest nîşan kir ku, ew ê wek jinan li dijî vê xespê li qadan bin. Koçak anî ziman ku, qeyûmê kut ê tayînkirin pêşî destkeftiyên jinan desteser dike û wiha got: “Ma berê şaredariyên me hebûn? Şaredariyên me tune bin jî, em ê li ber xwe bidin. Me tu carî serî netewand, em ê netewînin jî. Qeyûmên tayîn dikin, ji jinan zaf ditirsin û ji ber vê polîtîkayên xwe yî li dijî jinan didomînin, lê bê fêde ye.” ‘DERBEYA ERDOGANÎ PÊK TÊ’ Alî Gur ê 70 salî jî diyar kir ku, di dema AKP’ê de şaredarî tu der nehiştibû ku firotibû û wiha axivî: “Dema Bekîr Kaya hat, me dît ku li bajêr şaredarî heye. Me dît, serokê AKP’î tu der nehiştibû ku nefirotibû. Niha hinceta wan î ku şaredariya me desteser dikin çî ye, bila bibêjin. Çi dikin bila bikin, Erdogan ne serokê me ye, bes dikare bibe serokê DAIŞ’ê.” Gur anî ziman ku, wan çawa şaredarî bi dest xistibû wê dîsa bi heman awayî bi dest bixin û wiha got: “Bila ew bi zora çekê bsitînin, em dizanin em ê çawa bistînin.” ‘EM Ê PAŞ VE BISTÎNIN’ Ji welatiyan Ûgûr Ozlu wiha got: “Bila qoltix ên wan bin, lê ev xak û kuçe yên me ne. Bi zora çekê tu kes nikare bide ber dilê vî gelî. Serokwezîra demekê Çîller digot, lê çi bû bila bibînin. Heke hûn dixwazin gelê kurd qezenc bikin, divê pêşî hûn wan nas bikin, rêzê bigrin. Lê bila her kes zanibe em ê bi paş ve bistînin.” ‘EM Ê WEK SEROKÊ XWE SERBILIND BIN’ Ahmet Ûçar jî anî ziman ku, ew qeyûm nasnakin û wiha axivî: “Tewra me yî roja ewil çawa bû, niha jî wiha ye, me nasnekir em nas jî nakin. Bila li sekna serokê me Bekîr Kaya binerin, li dijî vê pêvajoyê em ê jî wek wî serbilind bin. Heke dixwazin gendeliyê bibînin, bila li serdema serokê AKP’î binerin, bila der barê wan de lêpirsînê bidin destpêkirin.”