Me pişta xwe daye ber vî barî û em ji ber ranakin 2016-11-19 09:33:14 ŞIRNEX - Apê Yûsûf Guleş li ser axa Şirnex 71 sal li pey xwe hiştine û bi gotina, "Me pişta xwe daye ber barek giran û pişta me bişkê jî em ji ber bî barî ranabin" tîne ziman ku gelê Şirnex wê tu dem pişta xwe ji ber barê têkoşînê raneke. Dema Şirnex tê gotin ewil Cûdî û Tofana Nûh an jî jiyanek nû di hişê mirov de cih digire. Li gor pirtûkên pîroz jî bi Tofana Nûh re jiyanê carek din li gundê Heştan ê Şirnex aj dide. Her çiqas jiyan li ser xaka Botanê destpê kiribe jî yên ku bi gelê kurd re dijmanatiyê dikin her xwestine bi êrîşên xwe yên talankirinê jînê li gel teng bikin. Piştî Tofana Nûh gelek tofan bi ser vê xakê re hatine. Bajarê Şirnexê di sala 1992'an de 2 caran rastî êrîşên giran hatiye lê xwe li ser piyan girtiye. Destpêkê Newroza 92'an bi xwînê sor dibe. Di êrîşên hêzên dewlelta tirk de 41 zarok, jin, ciwan tên qetilkirin. Gelek dem derbas nabe vê carê di tebaxa heman salê de dewleta tirk berê tang û topên xwe dide bajêr û 44 saetan bajêr rastî êrîşa bi tang û topan tê. Di toprana 44 saetan de 95 welatî hatin qetilkirin û bi hezaran avahiyan zerar dît. BARÊ KURDISTANÊ GIRAN E LÊ EM WÊ PIŞTA XWE BIDIN BER Yek ji şahidên êrîşên salên 90'î yên li ser Şirnexê jî Yûsûf Guleş ê 71 salî ye. Dema qala wan salan dike, geh qirika wî ziwa dibe, geh çavên wî tije rondik dibe. Dema dibêje , "Salên 1980-81'ê 6 heval hatin vî memleketî." Li dûr dinêre xalê Yûsûf û berdewam dike, "Wê demê tu kesê nedizanî Apocî kî ne, an jî çi ne. 6 heval harin û li vê derê ji xwe re heval çêkirin. Hingê digotin, 'heval Kurdistan barek giran e, lê em dê pişta xwe bêxin ber, pişta me di bin de bişkê jî em ji bin vî barî dernakevin.' Ji wê demê heya niha pişta me ya li ber vî barî." 44 SAETAN ŞIRNEX JI ÇAR ALIYAN VE DAN BER TOPAN Dema meha texabê ya sala 1992'yan Şirnex 44 saetan tê topbarankirin apê Yûsûf li gundê Dehlabî ye û wan bîranên xwe wiha tîne ziman, "Sala 92'an em li gundê Dehlabî bûn. Wê demê ji Şirnex, ji bajaroka Gundikê Melê top dihatin me. Bi şev heya serê sibê em didan ber topan. Dema roj derdiket em jî ji derên ku me xwe veşartî derkediketin. Nêzî 44 saetan Şirnex û gundên derdorê dane ber topan. 95 mirov li Şirmex hatin kuştin." BINGEHA KURDISTANÊ ŞIRNEX E Temenê dirêj û jiyanek tije tecrubeyan dide mirov, apê Yûsûf jî li ser pêkanînên dewleta tirk xwedî tecrûbe ye û pêkanînên îro yên li ser gelê Şirnexê wiha dinirxîne, "Dibêjin em dê plana bajarvaniyê li Şirnex çê bikin. Hewcehiya gelê Şirnex bi tu plana tuneye, ya ew dikin dijminatiya Şirnex e, dijminatiya kurdan e. Ji ber ku Şirnex bajarek dîrokî ye. Rast e, rêxistinê ne li vir destpê kiriye lê belê ev der bû weke pira partiyê. Dema şehîdek çêbûba Şirnex diçû, meşek hebûya Şirnex dikir, şerek li ku hebûya Şirnex radibû diçû. Cûdî, Gabar, Herekol û Besta li dora Şirnex e û ew barê giran li ser pişta Şirnexiyan bû. Dema sîxur diçûn Meclîsa Tirkiye gilî dikirin û digotin bingeha Kurdistanê Şirnex e. Digotin ger Şirnex xerab bibe kurd wê faşil bibin." DI BIN HER KEVIR Û DAREK VÎ WELATÎ DE BÎRANÎNEK ME HEYE "Heya 10 sal din jî Şirnex bi ser xwe ve nayê." dema ev peyv li ser zimanê apê Yûsûf rêz dibin, keserek dikeve dilê wî û piştî kesera dil bi van gotinan, "Lê ger dewlet nebe asteng, em wê dest bidin hev û 2 salan de bajarê xwe ava bikin. Ez dikarim li vir nefesê bistînim. Di binê her kevir û dareke vî welatî de bîranînek me heye. Ji bo vê axê xwîn rijaye. Em ê çawa dev ji doza xwe û axa xwe berdin. Ev yek qet ne mumkin e." Dîcle Muftuoglu-dihaber