‘Dikarin biçin dervê sînor, lê...’ 2016-11-19 09:34:48 COLEMÊRG – Şêniyên Çelê ya Colemêrgê ku li gundê Aşûtê bûn şahidê “Operasyona Guneşê” diyar kirin ku çawa di 2008'an de bi ser neketin, niha jî bi ser nakevin û gotin "Dikan biçin lê nikarin vegerin." Li Çelêya Colemêrgê niştecihên gundê Aşûtê yê di sibata 2008’an de şahidiya “Operasyona Guneşê” kirin, sewqiyata leşkerî ya ser sînor û nîqaşên operasyoneke derveyî sînor a rayedarên hikûmetê dubare xistin rojevê nirxandin û gotin: “Operasyon heta niha tu encam nedan, wê ji niha û pê ve jî nedin.” ‘RAYA GIŞTÎ NIZANE, BÊ ÇEND KES JIYANA XWE JI DEST DAN’ Ji welatiyan Huseyîn Edîş got encama operasyonaê hîn jî di bîra wan de ye û dest nîşan kir ku, divê hikûmet ji dêvla operasyonê aşitiyê biribîne. Edîş wiha axivî: “Ji salên 90’î heta niha bi dehan cara li dijî herêmên Qendîl, Zap û Metînayê operasyona hatin lidarxistin. Heta niha tu encameke serkeftî bi dest nexistin. Ji her operasyonê bi fedî û xesareke mezin vegeriyan. Piştî her operasyonê di çapemeniyê de derneket, lê belê bis edan kes jiyana xwe ji dest dan, lê raya giştî bi vê nizane. Teqez wê operasyona qendîlê jî bi ser nekeve. Gelê kurd wek çemekî, teqez wê biherike û bêyî biqede wê rêya xwe bibîne û bi pêş ve biçe. Hin cerdevanên xwînxwar ên dibêjin em ê bi dewletê re biçin, şaş tevdigerin û tu şensekî serketina vê tune ye. Ya bi kêrî Tirkiyeyê bê ew e ku, bi kurdan re aşitiyeke birayane bike. Gırtın ü kuştın ne çareseri ye.” ’30 SAL E OPERASYON NEBÛN ÇARSERÎ’ Welatiyê bi navê Hazim Edîş jî anî ziman ku, hêviya encamgirtina ji operasyonan bê wate ye û wiha axivî: “Ev meseleya 30 salî ye. Ev 30 sal e dewleta tirk bi PKK’ê re şer dike. Tu encam wernegirt. Em dixwazin ev mesele bi aşitiyê çareser bibe. Operasyona heta niha tu encam nedan û wê ji niha û pê ve jî nedin. Ev gel bi girtin, êrîş û zilmê naqede. Operasyonê li dijî Qendîlê pêk bê jî, wê tu encamê nede.” ‘BERÊ JÎ ÇÛN’ Welatiyê bi navê Suleyman Demîr anî ziman ku, encama her operasyonê giran bûye û wiha domand: “Berê bi hêzeke mezin berê xwe dan Qendîl û Zapê û gotin em ê van deran bi dest bixin. Çûn. Belê çûyîna wan zanibûn lê çawa vegeriyan, ew bi xwe jî nizanin. Vê carê jî dikarin biçin. Hêza wan heye wê biçin jî, lê ji bilî Xwedê kes nizane wê çi bibe. Teqez wê bi ser nekevin. Ez wisa difikirim ku, ji sedî 10’ê wan jî wê nikaribe vegere. Gelê kurd ne kurdê berê ye. Ji niha û pê ve tu hêz nikare xwe li pêşiya kurda bigire.”